Ji dîroka kevnar heta çeperên Rojava: Kezî
Dema em li wêneyên şervanên jin ên li Rojava dinihêrin, em dibînin ku keziyên wan ne tenê ji bo bedewiyê ne, belê ji bo jiyaneke azad in. Kezî nîşaneya yekîtiyê ye. Çawa ku bi sedan mûyên por dibin yek û dibin keziyekî xurt, jinên kurd jî bi honandina fikrên Rêber Apo û mîrasa jinên berxwedêr, bûn yek hêz.

Di şerê ku niha li Rojava tê meşandin de, gelek bûyerên ku dilê her kesê/î hestê mirovahiyê pê re hebe diêşînin, derdikevin holê. Ev kiryarên ku ji aliyê çeteyên HTŞê ve tên kirin, mixabin li ber çavên hemû cîhanê rû didin. Ev kiryar, hovîtiya çeteyên DAIŞê ya li ser civaka êzidî ya Şengalê tînin bîra me ku sala 2014an pêk hatibû. Ji van kiriyaran a herî ku deng veda, keziyê şervaneke jin bû ku piştî hat şehîdxistin, keziyê wê hat jêkirin û çeteyan wekî ‘diyarî’ ji serçeteyên xwe re bir. Her jineke xwedî îrade û xwedî hestên mirovahiyê, bi awayekî bersiva wê kiryarê da. Ji bo wê jî, ez dixwazim dîroka keziyê di nav civaka kurd de bi bîr bixim û bidim xuyakirin ka wateya keziyê çi ye.
Di nav gelê kurd de, porê jinan wekî ‘pîrozbahiyekê’ tê dîtin. Lê dema ev por tê hûnandin, wateya wê diguhere. Kezî nîşana rêkûpêkî, amadekarî û gihandina hêza hundirîn a ber bi derve ye. Di dîroka me de, dema jinekê keziyên xwe dihonandin, dihat wê wateyê ku ew ber bi qonaxeke nû ya jiyanê ve diçe. Ew qonax berê ji bo gelek karên cuda dihat bikaranîn, lê îro ev qonax bûye berxwedan.
Ji mîtolojiya Mezopotamyayê heta çanda gundewarî ya Kurdistanê, jinan porê xwe wekî tora jiyanê dîtine. Di helbest û stranên klasîk de, keziyên jinan wekî ‘zincîra ku dijmin pê tê girêdan’ an jî ‘rêya ku diçe azadiyê’ hatine binavkirin. Îro di çeperên berxwedanê yên Rojava de, jin bi berxwedana xwe mîna keziyên xwe dîrokê ji nû ve dihonin; dîrokeke honandî ku tu kes nikaribe derzê bixe navê.
Di gelek serhildanên kurdan de, jinan beriya ku tev li şer bibin an jî piştgiriya şervanan bikin, keziyên xwe bi xurtî dihonandin. Ev nîşana wê bû ku ew ji bo her zehmetiyekê amade ne û dê porê wan di dema xebatê de nebe asteng. Di çanda me de jina ku porê xwe dibire, toleke mezin hildigire; birîna keziyê li hember kîneke mezin, çalakiyeke herî biêş e. Lê jina ku keziyên xwe dihone, dibêje: "Ez zindî me, ez li ser piyan im û ez ê bi ser bikevim."
Îro li Rojava (Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê), honandina keziyan bûye nîşaneya nasnameya YPJê. Dema em li wêneyên şervanên jin ên li Rojava dinihêrin, em dibînin ku keziyên wan ne tenê ji bo bedewiyê ne, belê ji bo jiyaneke azad in. Kezî nîşaneya yekîtiyê ye. Çawa ku bi sedan mûyên por dibin yek û dibin keziyekî xurt, jinên kurd jî bi honandina fikrên Rêber Apo û mîrasa jinên berxwedêr, bûn yek hêz. Me dît ku jineke xwedî hestên pîroz li ku derê be, bi honandina keziyên xwe destek da jinên li Rojava. Çawa mûyên keziyê li hev hatine honandin, yekitiya jinan jî niha di wê astê de ye.
Honandina keziyan sebir û baldariyê dixwaze. Şervaneke ku her sibeh bi sebir keziyên xwe dihone, nîşan dide ku ew di parastina welatê xwe de jî xwedî heman sebir û disîplînê ye. Li dijî zihniyeta DAIŞê de ku jinan di nav çar dîwaran de û di bin reşahiyê de wenda dikir, keziyên jinên kurd ên ku di bin tavê de dibiriqin, bûn bersiva herî mezin.
Îro li her derê cîhanê, ‘kezî’ wekî sembola jinên azadîxwaz tê naskirin. Ev honandin, girêdana bi xak û tolhildana jinan re ye ku di dîrokê de hatine çewisandin. Keziyên ku îro li Rojava bi destên jinên qehreman tên honandin, ne tenê şêweya por in; ew dîroka me ye ku ji nû ve tê nivîsandin. Her honandin û girêk li qirika dagirkeran tê xistin. Jinên ku keziyên xwe dihûnin, ne tenê ji bo îro, ji bo pêşeroja hemû jinên cîhanê dibin hêviya azadiyê.


