Ji Geliyê Zîlan heta Seyfo û Suweydayê
Sûriyeya pir mezhebî û neteweyî bi êrîşên mezhebî yên qirkirinê re rû bi rû ye.

Sûriyeya pir mezhebî û neteweyî bi êrîşên mezhebî yên qirkirinê re rû bi rû ye. Sûriye di Rojhilata Navîn de di nava xwe de dikele lê kelandineke çawa ye? Netew li hember hev tên sorkirin, gurkirin û rojeke Sûriyeyê bêxwîn, bêkuştin û bêkomkujî derbas nebe. Li Sûriyeyê rojane bi dehan mirov tên kuştin. Kuştinên bi guman zêde bûne, kuştinên li ser nasnameyê di asteke jor de dewam dikin. Tu biçî ku li ser rêyan, li kêleka çem û deveran cenazeyên jin, mêr û zarokan hene. Hin malbat ji kokê ve hatine tunekirin. Ev ne rewşeke normal e, divê ku normalîze jî nebe. Gelên Sûriyeyê xetereyên pir cidî dijîn. Hikûmeta HTŞê ya cîhadîst dixwaze komareke îslamîst a radîkal li Sûriyeyê ava bike. Ji bo vê pêk bînin îro wekî guran êrîşî gel û netewan dikin, kê dibînin dikujin. Lê taybet kîjan mezheb û netew di lîsteya wan de ye, divê em bal bikşînin ser. Elbet di hedefa wan de kurd, elewî, durzî, xirîstiyan û kêmnetewên li vir dijîn hene. Bi hêza çekê û xwînê dixwazin îslama radîkal ferz bikin, lê çareserî diyalog û lihevkirin e. Bêyî wê dê şer û krîza li Sûriyeyê ya di bingeh de ji adara 2011an destpêkirî wê bi dawî nebe. Şoreşa li Sûriyeyê destpê kir, beravêtî kirin. Lê kê ev kir? Teroristên ku di lîsteyên navdewletî yên terorê de bûn, îro bi hêza hin dewletên hegemon bûn xwedî kravat û taximê dîplomatan û derketin ser meydana siyasetê. Terorîstekî di lîsteya terorê de çawa dibe serokê welatekî? Çawa qedera gelan dikeve destê wî û bi çarenûsa gelan û nefesa wan dilîze? Çi çawa û gelek çima hene lê ne li benda bersivan e li benda lêpirsîn û vekirina dosyeyên tozgirtî û yên nû ne ku hesab were dayin.
Artêşa Sûriyeyê ya kê ye?
Wezareta Parastina Sûriyeyê ji artêşa Sûriyeyê pêk tê gelo? Duh yên ku li berava Sûriyeyê elewî serjêkirin, bi hezaran jinên elewî revandin û avêtin girtîgehan, îro gelê durzî li Siwêdayê di komkujiyên pir dijwar re derbas dikin. Di heman kêliyê de gefa qirkirinê li gelê kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwin ku wê çarenûsa kurdan wekîya elewî û durziyan be. Lê di vir de şaştiyan dikin, ji ber kurdan tu caran çeka xwe dananîne û ne jî xwe radest kirine. Çi êrîşek çêbibe wê rastî berxwedaneke bêhempa were, bila di vir de jî Kobanê were bîra wan.
Mezhebên li Sûriyeyê bi komkujî û qirkirinê re rû bi rû dimînin. Serdemeke xeternak e, li ser xwîna zarokan û jin û mêran nexşereyên welatên xwe xêz dikin. Ji bo ku destwerdana welatekî bikin, bi hezaran kesan, xewn û mirovan didin ber agirê çekên xwe. Ji bo projeyên xwe yên enerjiyê û aboriyê pêk bînin, gel dikin qurban.
Em çend sal paşde vegerin, em ê bibînin ku kurd ji sedsalekê zêdetir ev êş û komkujî jiyane.
Mazopotamya, Tirkiye û Sûriye şahid in
Kuştina jinên durzî, revandin û şewitandina wan a bi saxî, tesfiyekirina wan, heman komkujiyên ku li bakurê Kurdistanê jin û gelê kurd jiyane tîne bîra me. Ne tenê ev komkujiyên ku osmaniyan derheqê gelê ermen, suryan û aşûriyan de (Seyfo-Nînewa), komkujiya Helebçe û Roboskî heta komkujiya Mereşê. Heman wextê fermana bi serê gel û jinên êzîdî de hatin li Şengalê û îro êrîşên li ser Rojava heta komkujiya Kobanê û komkujiya li ser jinên elewî li Berava Sûriyeyê jenosîda li ser jin û gelan didome. Êrîşkar bi yek hişmendiyê êrîş dikin, dixwazin serdemeke din a îslama radîkal bidin jiyîn. Kêmnetew werin qelandin û tenê ereb di vê cîhanê de bimînin û hûkim bikin. Ji ber di pirrengî û pirçandiniyê de xeterî dibînin, hezkirina mirovan a ji hev re li ser desthilata xwe wekî xetereyekê dibînin. Ji lewra her ji vê yekê hez dikin ku gel bi hev bidin kuştin û xwîna hevdû birjînin wekî ku yê tê kuştin mirîşkek be lê ne miroveke/î xwedî kok, çand, ol û bawerî ye.
Krîz dê çawa bidawî bibe?
Hîn krîza Sûriyeyê bi dawî nebûye û nabe. Wê kengî bi dawî bibe û çawa em dikarin vê pêşbînî bikin? Kengî hikûmeta veguhêz ya cîhadîst dest ji hişmendiya radîkal a îslamî berde, kengî çeteyên biyanî yên îgor, pakistanî û afganî û gelek çeteyên ji nav welatên cuda hatine û çeteyên DAIŞê ûEl-Kaîdeyê ku di nav HTŞê de cihê xwe digrin û xelqê Sûriyeyê dikûjin, derxistin û Sûriyeyê ji aliyê gel û neteweyên wê ve bi awayekî wekhev hat parastin wê çaxê wê dem guncav be ku guhertin çêbibe. Ne pêkan e ku serdemeke din jî Sûriye bi yek al, yek ziman û netew di desthilatdariyê de dewam bike. Rastiyeke ku xwe ferz dike heye, kurd, durzî, elewî û ereb hene, sunî û şîa, kurd Sûriyeke navendî napejirînin. Ya ku Sûriye bibe aramî û ewlehiyê û nirxê gel û netewan biparêze, wekheviya jin û mêr misoger bike kurd in û projeya wan a demokrasiyê ye. Kurdên Rojava xwediyê xeta sêyemîn ji destpêka ku Şoreşa Sûriyeyê destpê kir rêya xwe diyar kirin û tê de meşiyan. Kurdan li şûna gelê din tune bihesibînin û wan serjê bikin, ew hembêz kirin û kirin hevkarê projeya xwe ya demokratîk ya ku nenavendîbûnê dipejirîne. Kurdan gel bi hev da hezkirin ne sorkirin. Mezheb di bin îslama demokratîk de, ne di ya radîkal de anîn cem hev û hevgirtineke wan çêkirin. Mafê jinan parast nehişt ku bêewlehiyê hîs


