Ji Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk banga alîkariyê

Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk têkildarî dorpêça li ser Kobanê daxuyanî da û diyar kir ku vekirina Deriyê Murşîdpinarê ne tene ji bo alîkariya mirovî dê watedar be, di heman demê de ji bo dawîkirina helwesta neyînî ya li dijî Kobanê jî şansekî girîng e.

1 deqe xwendin
Ji Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk banga alîkariyê

Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk ji bo ku Deriyê Murşîdpinarê bê vekirin û alîkariya mirovî bigihêje Kobanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.  Însiyatîfê di daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa sivîlan û da zanîn ku li Sûriyeyê ji ber êrîşan ji sala 2018an heta roja îro bi sed hezaran kurd koçber bûne û wiha got: “Herî dawî di nava meha çile de dîsa bi sed hezaran gelê sivîl neçar man û ji war û malen xwe derketin. Bi zêdebûna hêjmara koçberan li hin bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêdiviya alikariyê jî zêde bûye. Bi taybetî, ji ber dorpêça li ser Kobanê ku 18 roj in didome, nêzikî 500 hezar kes di nava şert û mercên dijwar de dijîn.  Her çiqas êrîşên leşkerî rawestiyan bin jî dorpêça li ser Kobanê hê jî bi dawî nebûye. Heta niha ji ber sermayê 6 zarokan canê xwe ji dest dan, bi sed hezaran sivîl bê av û bê ceyran hatin hiştin û înternet hat qutkirin. Tevî roj bi roj kûrtirbûna qeyrana mirovî li Kobanê rê nehat vekirin ku gelê Kurdistana başûr û bakur, alikariya mirovî demildest bigihînin xwişk û birayên xwe yên li Kobanê dijîn.

‘Hikumeta AKPê rê neda ku alîkarî derbasî Kobanê bibe’ 

Di berdewama daxuyaniyê de îşaret bi helwesta AKPê hat kirin û ev tişt hatin gotin: “Di çarçoveya alikariya mirovî de ji aliyê Platforma Piştgirî û Parastina Amedê jî çend roj berê ji bo Kobanê alîkarî hat komkirin. Karwana alîkariyê ku bi barên xwe yên ji av, şîr, betanî, xwarin, kelûpelên paqijiyê yên jinan û mama pêk tên, ber bi deriyê sînor ê Murşîtpinarê ve bi rê ket lê Hikumeta AKPê rê neda ku alîkarî derbasî Kobanê bibe. Heta ku hewldanên alîkariyê ji aliyê parlamanterekî AKPê ve wekî “şova siyasî” hatin pênasekirin.”

‘Li Kobanê xwedîderketin erkeke neteweyî ye’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hikumeta AKPê di dorpêça Kobanê de bi Hikumeta Demkî ya Şamê re hevkariyê dike û berdawama daxuyaniyê wiha ye: “Em dixwazin bi bîr bixin ku xwedî derketina li Kobanê tenê ne erkeke mirovî û wijdanî ye, di heman demê de ji bo gelê kurd erkeke neteweyî ye. Lê em dibînin ku Kobanê tenê ne ji aliyê Hikumeta Demkî ya Şamê ve hatiye dorpêçkirin. Lewra dixuyê ku Hikumeta AKPê jî di dorpêça li ser Kobanê de wekî hevkarê Hikumata Demkî ya Şamê tevdigere. Em vê helwestê şermezar dikin û bang li hemû aliyên sîyasî û civakî dikin ku demildest deriyê sînor ê Murşîtpinarê were vekirin.”

‘Divê AKP nêrîn û nêzikatiya xwe ya neyînî biguhere’ 

Daxuyaniya Însiyatîfê bi vî awayî diqede: “Vekirina deriyê Murşîtpinarê tenê ne ji bo alîkariya mirovî dê watedar be, di heman demê de ji bo bidawîanîna helwesta neyînî ya li hemberî Kobanê şansekî girîng e. Em bang li Hikumeta AKPê dikin ku nêrin û nêzikatiya xwe ya neyînî biguhere û ji bo baweriya li pêvajoya civaka demokratîk û aştiyê jî geştir bibe demildest gavên erênî biavêje. Lewra di serî de Kobanê, tevahiya Rojava ji bo hemû gelê kurd nîşaneyeke hebûn û nemanê ye. Ji ber vê, divê hemû sazî û partiyên sîyasî yên li Tirkiyeyê li gorî vê realîteyê tevbigerin û piştevaniyeke dilsoz a ji bo a gelê Rojava mezintir bikin.”