Rêxistinên maf û hiqûqê nerazîbûn nîşanî mirinên bi guman dan

Şaxên ÎHD û OHDê yên Êlihê û Baroya Êlihê bal kişandin ser mirinên bi guman û bûyerên ku li girtîgehan pêk tên û hate xwestin ku ev mirinên bi guman û bûyer bi dawî bibin.

1 deqe xwendin
Rêxistinên maf û hiqûqê nerazîbûn nîşanî mirinên bi guman dan

Baroya Êlihê û şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) yên Êlihê li pêşiya avahiya Dadgeha Êlihê derbarê mirinên bi guman û bûyerên ku li girtîgehan pêk tên daxuyanî da. Di daxuyaniyê de rêveber û endamên DEM Partiyê û DBP ê û aktivîstên TJAyê, gelek parêzer di daxuyaniyê de amade bûn. Pankarta “Li girtîgehan ne mirinê, em jiyanê diparêzin” hat hilgirtin. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê ÎHDa Êlihê parêzer Ahmet Şîray va hate xwendin.

Ahmet Şîray bal kişand ser bûyer û mirinên dawî yên ku di zindanan de pêk tên û wiha axivî: “Di 13ê Nîsana 2026an de, piştî agahiya ku Mehmet Çeviren li Girtîgeha Êlihê dihat girtin, xwe kuştiye şandeyek ji nûnerên şaxên Êlihê ÎHD, OHD û Baroya Êlihê pêk dihat, li ser bûyerê lêkolîn kirin. Di vê çarçoveyê de, li ser daxwaza malbata girtî serdana nexweşxaneyê hate kirin ku cenaze ji bo otopsiyê lê dihat ragirtin. Piştî beşdariya heyetê, prosedurên otopsiyê hatin mîsogerkirin. Di 15ê Nîsana 2026an de ji bo wergirtina agahiyên li ser dozê, ji bo ragihandina binpêkirinên li girtîgehan diqewimin û ji bo pêşkêşkirina daxwazên derbarê pêvajoya lêpirsînê de, bi cîgirê serdozger re hevdîtinek hate kirin. Di serdanên me yên Girtîgehên Êlihê de wekî rêxistinên mafên mirovan, di hevdîtina me ya bi Mehmet Çeviren a di 3ê Nîsanê de wî diyar kir ku ew zêdetirî du sal in di hucreya yekkesî de dihate girtin. Her wiha rastî lêgerîna nav dev hatiye û ji bo çalakiyên civakî bi tena serê xwe hatiye hiştin.”