Ji rewşenbîran banga veguherîna komarê

Înîsiyatîfa sivîl a ku ji 29 rewşenbîr, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan pêk tê, di 13-14ê hezîranê de li Stenbolê “Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê ya Sedsala Duyemîn” li dar dixe. Rojnameya Yenî Yaşamê nêrînên vexwînerên konferansê bi manşeta ‘Bila Bibe Sedsala Komara Demokratîk’ weşand.

1 deqe xwendin
Ji rewşenbîran banga veguherîna komarê

Li Tirkiyeyê di pêvajoyeke ku zextên li ser siyasetê û darbeyên li dijî demokrasiyê zêde dibin de, hewldanên hêzên demokratîk ên ji bo avakirina pêşerojeke hevpar jî didomin. Xebata ku di 21ê gulanê de ji aliyê înîsiyatîfeke sivîl a ji 29 rewşenbîran pêk tê bi dirûşma ‘Demokrasî ji bo me hemûyan e’ hatibû destpêkirin, di 13-14ê hezîranê de li Stenbolê vediguhere Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê ya di Sedsala Duyemîn de.

Pirsgirêkên demokrasiyê dê bên nîqaşkirin

Di konferansê de dê ji çareseriya pirsgirêka kurd heta aştiya civakî, ji demokratîkbûnê heta pirsgirêkên nasname û baweriyan gelek mijar bên nîqaşkirin. Di dawiyê de jî wê nexşerêyeke bi navê ‘Banga Demokratîk a ji bo Sedsala Nû’ bê aşkerekirin. Rojnameya Yenî Yaşamê, nêrînên kesayetên ku banga beşdariya vê konferansê dikin, kom kir û bi manşeta ‘Bila Bibe Sedsala Komara Demokratîk’ avêt. Vexwîner, bi yek dengî diyar dikin ku sedsala derbasbûyî ya komarê bi înkar û asîmîlasyonê derbas bûye, lewma pêdivî bi veguherîneke radîkal heye.

Turk û Kişanak: Bêyî demokratîkbûnê pirsgirêk çareser nabin

Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk, bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar û ev peyam da: “Em li vî welatî ji bo pêşerojeke demokratîk û komareke demokratîk hewl didin. Ked û helwesta her beşê civakê ji bo vê yekê gelekî bi qîmet e. Ev yek, pêşketineke wisa ye ku kurdan ji polîtîkaya tecrîdkirinê xilas dike. Ez bawer im ku em ê mil bidin milê hev û bigihêjin aştiyê.”

‘Heta Tirkiye demokratîk nebe qeyran naqede’

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak jî destnîşan kir ku heta welat demokratîk nebe qeyran bi dawî nabin û got: “Wekî mirovên ku difikirin heta gavên demokratîkbûnê neyên avêtin pirsgirêkên binesazî û rojane yên vî welatî çareser nabin, em li vir in. Em bang li beşên cuda dikin ku li ser xeta demokratîkbûnê rêyeke hevpar vekin.”

Turmen: Divê em vîneke avaker derxînin holê

Hiqûqnas û siyasetmedar Riza Turmen diyar kir ku konferans li bersiva pirsa ‘Komareke nû, wekhev û azadîxwaz çawa tê avakirin?’ digere û wiha axivî: “Girîngiyeke din a vê konferansê ew e ku ji bo avakirina komareke demokratîk, vîneke damezirîner derdixe holê.”

‘Veguherîna komara demokratîk tê wateya jiyana wekhev’

Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci jî bal kişand ser heman mijarê û ev nirxandin kir: “Qîmeta vê konferansê ew e ku ji rexnekirinê wêdetir, vîneke avaker nîşan dide. Êdî em nikarin tenê bi gotina ‘na’yê bisekinin, divê em pirsa ‘li şûna wê çi?’ jî bipirsin. Veguherîna demokratîk a komarê; tê wateya avakirina pergalekê ku hemû nasname û bawerî li ser bingeha welatîbûna wekhev dikarin tê de bijîn.”

‘Pirsgirêka herî giran pirsgirêka kurd e’

Nivîskar Fatma Bostan Unsal destnîşan kir ku pirsgirêka herî giran a vî welatî pirsgirêka kurd e û wiha domand: “Ji ber ku ev pirsgirêk nehate çareserkirin, hezaran mirovên me jiyana xwe ji dest dan û aborî wêran bû. Em cînayetên faîlê wan nediyar û şewitandina gundan bi êş bi bîr tînin. Berpirsiyariya afirandina zemîna çareseriyê li ser milê me hemûyan e.”

‘Komar li ser bingehek demokratîk nehatiye avakirin’

Di daxuyaniyên akademîsyen, nivîskar û siyasetmedarên din ên wekî Mehmet Bekaroglu, Akin Birdal, Dogu Ergil, Vahap Coşkun, Şukru Aslan, Ayşegul Devecioglu, Mesut Yegen û Erdogan Aydin de jî hate destnîşankirin ku komar li ser kodên demokratîk nehatiye avakirin. Rewşenbîran xwestin ku polîtîkayên asîmîlasyon, înkar û cudakariyê bi dawî bibin û komar li ser bingeha jiyana hevpar a kurd, tirk, elewî û hemû baweriyan, li ser esasê wekheviyê ji nû ve bê avakirin.