Ji Wezîrê Îsraîlî Gîdeon Saar têkildarî Rojava angaşta balkêş
Wezîrê Karên Hundir ê Îsraîlê Gîdeon Saar angaşt kir ku wan komkujiya li Rojava rawestandine û diyar kir ku divê tifaqa navbera kurdan û Îsraîlê xurt bibe.

Ligel Peymana 29ê çile ku di navbera Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê de pêk hatî, nîqaşên têkildarî êrişên komkujiyên yên li ser Rojavayê Kurdistanê jî didomin. Piştî civînên li Kongreya DYAyê û Parlementoya Avrupayê û rexneyên tund ên li dijî rêveberiyên van welatan, berpirsyariya Îsraîlê ya di pêvajoyê de jî tê nîqaşkirin. Li gorî nêrîna giştî biryara êrişên li ser Rêveberiya Xweser di civîna 6ê çileyê di navbera Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê, Îsraîl, Fransa, Tirkiye, DYA û Îngilîstanê de li Parîsê çêbûyî de hate girtin. Bi vê boneyê êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê di nav kurdan de wekî duyemîn komploya navneteweyî û di raya giştî ya cîhanê de jî îxanetek nû ya li dijî gelê kurd tê pênasekirin.
Ligel Peymana Parîsê angaşta ‘Me komkujî da rawestandin’
Piştî rexneyên tund ên li dijî Îsraîlê û şîroveyên têkildarî rola wê ya di Peymana Parîsê ya 6ê çileyê de rayedarên Îsraîlê daxuyaniyên nû dan û rola xwe red kirin. Herî dawî Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gîdeon Saar li ser mijarê axivî û angaşt ku komkujiya li Rojavayê Kurdistanê dane rawestandin.
‘Pirsgirêka kurd ji bo Îsraîlê stratejîk e’
Saar anî ziman ku ji bo komkujiyê rawestîne zextek mezin li DYAyê kirine û xwestine ku pêşiya komkujiyê bigire. Saar wiha axivî: “Pirsgirêka kurd ji bo di asta stratejîk de girîng e.” Saar anî ziman ku gelek girîngiyê didin mijara kurdan û ji êrişên li hemberî kurdan nerazîn e.
‘Divê tifaqa kurdan û cihûyan xurt bibe’
Li ser têkiliyên di navbera kurdan û Îsraîlê de jî Saar daxuyand ku pêwistî bi başkirina têkiliyan heye û wiha domand: “Divê tifaqa di navbera gelê kurd û cihûyan de bi hêz bibe.”
‘Pirsgirêka kurd cihek girîng digire’
Di vê navberê de Serokê Civaka kurd a li Îsraîlê Yehûda Ben Yosef jî di peyamek li ser hesaba xwe ya Xê weşandî de, diyar kir ku ew li ser mijara kurdan û bi taybetî Rojava bi Wezîrê Karê Derve Gîdeon Saar re 10ê sibatê hevdîtinek kiriye. Yosef got ku fikarên xwe bi Saar re parvekirine û Saar pêwistiya kûrbûn û eleqedarbûna pirsgirêka kurd qebûl kiriye. Yosef angaşt ku Saar piştgirî û têkiliya xwe ya bi kurdan re vegotiye û aniye ziman ku pirsgirêka kurd di rojeva wî de cihek girîng digire.
Netanyahû dê mijarê bîne rojeva Trump
Yosef derbirî ku Saar diyar kiriye ku di demaka kurd di bin komkujiyê de bêhelewest nemayîne û bi riya DYAyê ji bo rawestandina komkujiyan ketine nav hewildanan. Yosef got ku ew li bendê ye mijara kurdan wekî perçeyek aştî û aramiya Rojhilata Navîn bê rojeva Netanyahû û Trump.
‘Heyetek kurd ji Almanya tê Îsraîlê’
Di peyamê de Yosef daxuyand ku ji bo xurtkirina têkiliyên kurdan û cihûyan dê ji Almanya û welatên Avrupayê şandeyek kurd bê Îsraîlê û ji bo bi rayedarên Îsraîlê re hevdîtinan bikin jî bi Saar re axiviye û li ser girîngiya vê rawestiyan e. Yosef derbarê mahiyeta şandeyê de agahî nedan lê di peyamê de derbirî ku dê ji bo parastina kêmaran li Rojhilata Navîn di nav tevgerê de bin.


