Jin her roj bang dikin

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li hemberî tundî, qetlîamên sîstematîk ên li dijî jinan û polîtîkayên tên meşandin re jin paş de gav navêjin û her diçe têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî mezin dikin.

1 deqe xwendin
Jin her roj bang dikin

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li hemberî tundî, qetlîamên sîstematîk ên li dijî jinan û polîtîkayên tên meşandin re jin paş de gav navêjin û her diçe têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî mezin dikin.
Li gorî rapora Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin li Tirkiyeyê di sala 2020’an de 300 jin hatin qetilkirin û 171 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Belkî îstatîstîkên çend jin rastî tundiya fizîkî yan jî zayendî hatine, çend jin hatine kuştin rasterast mirov nikare tespît bike, lê daneyên li pêşberî me bixwe jî rastiya qirkirina jinan nîşan didin.
Di ser sala îsal re du meh derbas bûn û jin hê jî tê kuştin, hê jî rastî tundiyê tên, hê jî daneyên derdikevin holê tirsnak in û hê jî kujer tên parastin. Jixwe mijara parastina fail û kujerên jinan, polîtîkaya hikûmetê ya dijminatiyê li jinan dike êdî venaşêre. Heger jinek dema tê qetilkirin bi polîtîkayên bêcezakirinê re rû bi rû bimînin, dewlet li şûna ku bi zagonan mafê jiyana jinan biparêze kujerên wan biparêze û ev jî bibe sedema qetlîamên sîstematîk, wê demê kes nikare bibêje li vî welatî qirkirina zayendî tune ye. Li vî welatî li ser jinan qirkirina zayendî heye û ev qirkirin bi destê hikûmeta AKP-MHP’ê ve tê bipêşxistin. Yekser an neyekser!

Di 19 salên desthilatiya AKP’ê de, ji bo jinan ji xeynî hê bêtir şer, xizanî, kuştin, tundî û tecawizê tu polîtîkayên erênî berbiçav nayê dîtin. Di danezana hilbijartinê ya 2002’yan a AKP’ê de,“Di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan me rêgeza sifir tolerans esas girt” derbas dibû, lê daneyên tên parvekirin berovajî vê yekê nîşan didin. Li gorî hin raporan di 17 salan de mafê jiyana 15 hezar jinan hatiye binpêkirin. Li gorî raporên Bîanet û KCDP’ê jî di 19salan de herî kêm 7 hezar û 455 jin ji hêla zilaman ve hatine qetilkirin. Jin belesebeb nabêjin daneyên kuştinên jinan ji encama şerekî zêdetir in! Jixwe di 19 salan de AKP ji çi re “sifir tolerans” esas girt, ew bû sedema encamên êdî nayên hesibandin!
Piştî ku Peymana Stenbolê ji bo were betalkirin li nîqaşê hat vekirin, ji her qadê jin û rêxistinên jinan belkî jî cara yekemîn li hemû Kurdistan û Tirkiyeyê ewqas bi hevgirtî tevgeriyan û bûn çeper li dora peymanê. Desthilata AKP-MHP’ê li şûna ku Peymana Stenbolê ya bi madeyên xwe pêşiya her cure tundî û qetlîaman digire bixe meriyetê, hewl dide betal bike. Tundî û kuştin hatiye asta qirkirinê, lê ji rayedarên hikûmetê ji xeynî gotinên “jin bûyeran mezin dikin” dengek dernayê. Belkî jî bi vê yekê dixwazin hêdî hêdî bingeha betalkirina Peymana Stenbolê amade bikin.
Jin her roj bang dikin: qetlîamên jinan rawestînin, meclisê ji bo rojeva qirkirina zayendî bicivînin, perpirsiyariya xwe bicih bînin lê hikûmet guhê xwe ji daxwazên jinan re girtiye. Ji bo rawestandina qetlîamên jinan ne polîtîkayekê dimeşîne, ne jî dihêle mijara qetlîamên jinan were rojeva meclisê. HDP’ê li ser rojeva qirkirina jinan li civata giştî ya meclisê civînek xwest. Ne rasthatin e ku bi dengên AKP-MHP’ê hat redkirin. Banga CHP’ê ya guh bidin dengê jinan jî dîsa ji hêla AKP-MHP’e ve hat redkirin.
Mijara qirkirina zayendî ya ku ewqas di rojeva jinan de ye û ji her aliyên civakê banga qetlîamên jinan rawestînin, şertên Peymana Stenbolê bi cih bînin tên kirin, desthilatdariya ku welêt bi rê ve dibe çawa ewqas dikare li hemberî kuştinên jinan bêndeng bimîne, mirov matmayî dihêle. Êdî hatiye wê astê ku zilam bê minet li ser torên medyaya civakî gefên kuştinê li jinan dixwin, wextî her roj 3 jin tên qetilkirin, lê hikûmet bi israr dixwaze çav û guhên xwe li vê yekê bigire.
Ger Peymana Stenbolê were pêkanîn, wê demê kujerên bi qirewat nikarin ewqas bi hêsanî ji darazê safî bibin. Ger Peymana Stenb