Amma Hourî ya ku ji bo kurê xwe têdikoşiya jiyana xwe ji dest da
Kurê Amma Hourî yê bi navê Gul Mihemed Marrî ji aliyê Pakistanê ve hatibû binçavkirin û windakirin. Amma Hourî ya ku ji bo aqûbeta kurê xwe hîn bibe bi salane li kolanan bû, jiyana xwe ji dest da.

Gul Mihemed Marrî yê belûc di 2012an de li Belucistanê ji aliyê hêzên Pakistanê ve hat binçavkirin û windakirin. Dayika wî Amma Hourî ya bi salan ji bo aqûbeta wî û belûcên ku hatine windakirin hîn bibe li kolanan li ber xwe da.
Amma Hourî ji Quetta heta Karaçî, ji Karaçî heta Îslamanad têkoşîna diyarkirina aqûbeta windayan da. Di çalakiyên 2025an yên ku li ser Kuluba medyayê ya Îslambadê ji bo windayan hatin lidarxistin de bi mehan pêşengtî kir.
Herwiha Amma Hourî di meha îlona 2025an de tev li meşa ku ji bo diyarkirina aqûbeta windayan û bidawîkiina zextên li dijî belucan hat lidarxistin, bû. Amma Hourî ya ku bi salan têkoşîna xwe meşan di 16ê çileyê de jiyana xwe ji dest da.
Tê payîn ku cenazeyê Amma Hourî ya 98 salî dê îro binax bikin.


