MKGê ji bo nûçegihanên sosyalîst ên (ESP) qertên piştevaniyê şand

MKGê ji bo nûçegihanên ETHAyê yên girtî, qertên piştevaniyê û pirtûk şandin.

1 deqe xwendin
MKGê ji bo nûçegihanên sosyalîst ên (ESP) qertên piştevaniyê şand

Nunertiya Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) ya Wanê, ji bo piştgiriyê bide nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Pinar Gayip, Nadiye Gurbuz û Elîf Bayburt ên di operasyona li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) de di 3yê sibatê de hatibûn binçavkirin û di 5ê sibatê de hatin girtin, li postexaneya navendî ya Wanê qertên piştgiriyê û pirtûk şand.