Jin û ekolojî
Krîz û şer, ne tenê civakan ji hev dixin û aramiya wan tevlihev dikin, lê belê hebûn û dengeya ekolojîk jî tevlihev dikin û pirrengiya xwezayê zuha dikin. Koçberî çawa li mirovan tê ferzkirin li zindiyan jî tê ferzkirin.

Rihan Temo
Li dirêjahiya dîrokê û bi pêşengiya xwedawendan hem civak û hem xweza bi hişmendiyeke nerm hat birêvebirin. Dayika ku weke şagirt û mamosteya destpêkê ya xwezayê tê naskirin, di gelek milan de civak bi xêra xwezayê fêrî jiyanê kir û ji nifşekî derbasî nifşekî din kir. Vê fêrkirinê ne bi darê zorê lê belê bi hezkirin û hevtemamkirinê kir rêgeza jiyanê û heta roja me ya îro anî.
Dema em vê dibêjin em dixwazin bal bikşînin ser girêdana ku jin bi salên dirêj bi jîngihê da avakirin, lewma îro felsefeya Jin Jiyan Azadî jî hêza xwe ji vê girêdanê digire. Helwesta jinan a welatparêzî, fedakarî, redkirina dagirkerî û li dijî hişmendiyên desthilatdar bilindkirina têkoşîna azadiyê bingeha xwe di cewher de ji berpirsyariya li hember jîngeh û jiyanê digire.
Li Rojava jî têkiliya jinan bi ax û xwezayê re têkiliyeke bingehîn a jiyanê ye. Ji ber têgihîştina wateya jiyanê di her kêliyê de jinan têkoşîna xwe ya li dijî kiryarên hişmendiya zayedperest, olperest û nijadperest ku li ser beden, mêjî û hebûna wan pêk tê, ji têkoşîna xwe ya ekolojîk qut nedît û bi rengekî îdeolojîk li hember wê li ber xwe da. Dema em krîza civakî lêkolîn bikin em ê nas bikin ku ew û krîza ekolojîk ji hev nequt in û hevdu têr dikin. Lewma çawa jin rastî îşkence û tundiyê tê jîngeh jî bi qutkirina daran, zuhakirina çeman, rênegirtina li wendahiyên biyolojîk, çolbûn û belavbûna lewtandinên cur bi cur rastî heman kiryaran tê. Li ser vê bingehê çawa azadiya jinan azadiya civakê ye, xelasbûna ji krîza ekolojîk ya ku îro cîhan ber dojehê ve dibe, xelasbûna ji qirkirina xwezayê ye. Lewma di bingeha îdeolojiya rizgariya jinan de rêgeza ekolojîk wek rêgeza welatparêziyê bi nirx e û yek ji pîvanên azadiya jinan e. Her tê nasîn ku di çanda kurdan de ax wek dayik tê binavkirin. Lewma wek ku jin jiyanê diafrîne û diparêze, erd jî jiyanê diafrîne û diparêze. Ji ber vê yekê têkiliya jin û axê ne tenê têkiliyeke aborî, lê têkiliyeke ruhî û civakî ye.
Li herêma me jî û bi taybet di nav şoreşa jinan de li rojavayê Kurdistanê, jin bi xwezayê re di nav hevgirtinekê de ye. Di pergala civaka demokratîk a azadiya jinan û vegera mirovan a li xwezayê bi pêşengiya jinan tê kirin. Xelasbûna ji krîza jîngehê şoreşeke zihnî ya kûr dixwaze. Ji ber ku esasê pirsgirêka xwezayî tarîtiya ku rejîmên desthilatdar dielimandin û nêzîkatiyên mirovan de ava kiriye û bûye sedema xerîbbûna mirov ji xwezayê û bikaranîna wê, wek ku kirdeyek e ku ji bo wan hatiye çêkirin. Ji bo hevsengiya xwezayê were parastin li hember şerê ku ev zêdetir e 14 salan e didome jin li ber xwe didin. Jin di hemû çalakiyên xwe de xwezayê esas girt. Di şexsê jinan de xwezayê jî derbên giran ji rêjîmên koledar xwarin. Ji ber vê yekê şerê ku li ser herêmê tê meşandin ji ber qirkirina çanda dayikê bi rêbazên cuda êrişî jîngehê li herêma me kirin. Em dikarin bêjin ku azadiya civakan bi azadiya jinan re misoger dibe. Di heman demê de azadiya xwezayê bi azadiya jinan ve girêdayî ye. Ji ber ku em vê têkiliyê bi ser bixin pêwîst e asta me ya têkoşînê û gihîştina zanebûn û çanda ekolojîk ji her demê zêdetir bilind bibe û pêwîst e ku em di wê ferqê de ne ku ekolojî tenê parastina dar, av û zindiyan nîn e, parastina hemû jiyanê ye. Lewma jin jî wek hêza bingehîn a civakê di vê parastinê de jî pêwîst e rola xwe ya pêşeng û sereke bilîze.
Ji ber ku jin û xweza herdu jî çavkaniya jiyanê ne, pêwîst e em civakek li ser bingeha rêzgirtina jin û xwezayê ava bikin. Heger em vê bi ser bixin wê civak karibe dadperwer, azad , bi aştî û di hevsengiyê de be û jiyan bike. Roja me ya îro û nexasim di vê merheleya xeter û hesas de erkên demê yên dikevin ser milê jin û civakê parastina wan nirxên ku di Şoreşa Rojava de bi fedakariyên pir mezin hatin bidestxistin. Bi vê têkoşînê re em ê bikaribin hemwelatîbûna azad ji siyaset û şerê heyî biparêzin.


