Jin û rûspiyên li Dêrikê piştgirî didin HSDê

Rûspiyên bajarê Dêrikê û Kongra Star piştgiriya bi daxuyaniyekê piştgirî da HSDê. Jin û rûspî ji bo piştgiriyê çek girtin û bang li kurdan kirin ku li dora kurdên Rojava bicivin.

1 deqe xwendin
Jin û rûspiyên li Dêrikê piştgirî didin HSDê

Rûspiyên bajarê Dêrikê û Kongra Star der barê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyên cuda dan û piştgiriya xwe ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nîşan dan. Daxuyaniya rûspiyan li ber baregeha Meclia Rûspiyan a li Dêrikê ji aliyê şêx Sînan Sîdoş ê serokê Komeleya Ehl El Beyt ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Bi navê Meclisa Rûspiyên Eşirên Dêrikê, em êrişên artêşa Sûriyeyê yên li dijî herêmên me yên ewle şermezar dikin. Ev êriş binpêkirina aşkera ya hemû peyman û têgihîştinan e.”

Di daxuyaniyê de bêyî şert banga rawestandina êrişên hat kirin û het xwestin û êrişkar girêdayî peymanên îmzekirî bimînin. Di daxuyaniyê der barê encamên êrişan de hin agahî hatin parvekirin û ev tişt hatin gotin: “Em piştgiriya xwe ya bêdawî ji bo hêzên xwe, Hêzên Sûriyeya Demokratîk, yên ku ev ax parastine û bi hezaran şehîd dane, dubare dikin.”

Kongra Star a li Dêrikê jî têkildarî mijarê daxuyanî da. Daxuyaniyê rêvebera kongreyê Wefaa Elî xwend û got: “Em li vir piştgiriya xwe ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk radigihînin. Divê hemû hêzên kurdan li dora berxwedana gelê kurd li Rojava bicivin û rê nedin ku tu alî rûmeta gel binpê bikin.”