Jinan li Nisêbînê ‘Zincîra Aştiyê’ saz kirin

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi rasthatina 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li gelek bajaran çalakiyan li dar dixin.

1 deqe xwendin
Jinan li Nisêbînê ‘Zincîra Aştiyê’ saz kirin

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi rasthatina 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li gelek bajaran çalakiyan li dar dixin.

Colemêrg

Li Colemêrgê bi pêşengiya TJA û DEM Partiyê bernameyek hat amadekirin û pankarta “Jin li dijî qirkirinê serî radikin, ber bi azadiyê ve dimeşin”. Di bernameyê de dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hat berzkirin. Siyasetmedar û Dayikên Aştiyê tevlî bernameyê bû. Di bernameyê de daxuyanî hat dayîn û endama Meclisa Giştî ya Bajêr Gulhan Uçar metna daxuyaniyê xwend.

Di daxuyaniyê de jinan bal kişand ser bangewaziya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û hat diyar kirin ku divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê. Her wiha di daxuyaniyê de banga tevlîbûnê çalakiyên 8ê Adarê li jinan hat kirin.

Agirî

TJA û Meclisa Jinan a DEM Partiyê li navçeya Giyadîna Agiriyê starta çalakiyên 8ê Adarê li avahiya DEM Partiyê dan. Siyasetmedar, Dayikên Aştiyê û gelek jin tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de Hevseroka DEM Partiya Agiriyê Ayşe Karakuş axivîû da zanîn ku her roja ku derbas dibe têkoşîna azadiya jinan mezin dibe û hat diiyar kirin ku dê bêtir têkoşîna wekhevî û azadiyê mezin bikin.

Jinan piştî axaftinan govend gerandin û banga tevlibûna çalakiyan li jinan kirin.

Mêrdîn

Meclisa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Mêrdînê bi boneya 8ê Adarê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê “Zincîra Aştiyê ya Jinan” çêkir. Jinên ji bo balê bikişînin ser êrişên Dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Parka Aştiyê ya Nisêbînê hatin cem hev û bi berzkirina dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana jinan” û “Bijî berxwedana gele Kurd” heta ser sînorê Nisêbînê û Qamişlo meşiyan. Jinan bi destê hev girt û bi xeleka ku çêkirin meşiyan û piştre li ber sînor rêz girtin, bi dirûşme û pankartan daxuyanî dan.

Jinan di axaftinên xwe da bal kişand ser bandora şer a li ser jinan û diyar kir ku divê li hemberî her cûre êrişan jinan berxwedaneke hevpar bidin meşandin.

Enqere

Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Enqereyê panelek bi sernavê “Têkoşîna jinan a li dijî şîdeta dewleta mêr” li dar xist. Parêzer Gulan Çagan Kaleli, Dayika Aştiyê Fehîme Poyraz, Femînîsta Serbixwe Hulusî Osmanagaoglû, Aktîvîsta TJAyê û siyasetmedar Sebahat Tuncel û Dayika Aştiyê Behiye Yalçin di panela ku li Navenda TUMBEL-SENê bi beşdariya gelek jinan hat lidarxistin de axivîn.

Di panelê de jinan bal kişand ser avakirina pêvojay aştiyê û bang li her kesî kirin ku divê her kes di vê pêvajoyê de berpirsiyariya xwe bîne cih.