Jinan li pêş Wazereta Dadê bang kir

Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin ji bo betalkirina nafaqayê li pêş Wezareta Dadê bang kir û daxuyand ku dê li dijî desteserkirina mafên xwe têbikoşin.

1 deqe xwendin
Jinan li pêş Wazereta Dadê bang kir

Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin, li dijî biryara betalkirina guhertina rêziknameya nafaqayê ya AYMê li pêş Wezareta Dadê daxuyaniyê da. Rêxistinên jinan û endamên platformê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuayniyê de pankarta li ser “Wekhevîtî tine, xizanî pir e, kes nikare heqê me yê nafakayê desteser bike” vekir. Girseyê dirûşmeyên “Em ê kuştina jinan bidin rawestandin” û “Dest nedin heqê me ye nafakayê” berz kirin. Rêvebera şaxa platformê ya Enqereyê Işil Kurt daxuyanî da. 

‘Mafên me tên destserkirin’

Işil Kurt diyar kir ku ew bi salan e ji bo mafên jinan têdikoşin û wiha axivî:”Ji bo peyama Stenbolê pêk were em têkoşîna xwe didomînin lê deshilat heqê me destser dike. Heqên me yên ji aliyê darazan ve hatine bidestxistin tên desteserkirin. Ji gorî daneyên platforma me meha gulanê 16 ji hatin kuştin, 33 mirinên gumanbar ên jinan hene. Gelo haya Wezerata Dadê ji vana heye? Ev mirinên gumanbar nehatine zelakirin û ji ber vê sûcdar li kolanan di nav me de bi hêsanî digerin. Em bang li wezaretê dikin ku heta li pey mafên me bikevin, bila li pey mirinên gumanbar ên jinan bikevin.” 

‘Yên xizaniyê dijîn jin in’

Işil Kurt anî ziman ku mafê wan ê nafakayê ne li dijî makeqanûnê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yên ku li dijî Makezagonê, ew ên ku keda jinan dixwin in. Ew biryar bi temamî di bin bandora atmosfera siyasî de hatiye girtin. Ev biryar jibîrkirina peywirên wezaretê û reyadarên dewletê ne. Betalkirina mafê nafaqayê jina neçarî zewacên xirab dike. Jin bi zewacan re bi xetereya kuştinê de rû bi rû dimînin.”

Dê têbikoşin

Işil Kurt bi dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew ê têkoşina xwe bidominin û dê rê nedin biryarên ku pêşiya kuştinên jinan vedikin.