Jinên Botanî rengê xwe didin pîrozbahiya Newrozê

Jinên Botanî berî ku pîrozbahiyên Newroza Şirnexê dest pê bikin, li qadê bi strîna stranan govend gerandin.

1 deqe xwendin
Jinên Botanî rengê xwe didin pîrozbahiya Newrozê

Îro li navenda Şirnexê dê bi dirûşma “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” pîrozbahiya Newrozê bê lidarxistin. Jinên Botanî bi cil û bergên xwe yên neteweyî ketin qadê pîrozbahiyan a li Taxa Bahçelîevler û bi strîna stranên kurdî dest bi gerandina govendan kirin.

Pîrozbahî hêj dest pê nekirine. Qad, bi flamayên “Newroz pîroz be” û dirûşmên ji bo Newrozê hatine amadekirin û alên kesk, sor û zer hatiye xemilandin.

Hevseroka Giştî DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir dê tev li pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Şirnexê bibin.