Jinên êzidî bi bedelên giran encamên mezin bi best xistin
Di dîroka mirovahiyê de, jin her dem li dijî zihniyeta baviksalar ango sîstema ‘qatilê kastîk’; li dijî zilm, kuştin, dagirkeriyê têkoşiyane. Jin ji bo xwedî li keda xwe ya afirîner derbikevin, bedelên giran dane. Jiyana ku bi reng, ruh û cewhera jinan hatiye avakirin jiyaneke demokratîk û bedew e. Lê mixabin dîrok bi ziman û pênûsa mêran hatiye vegotin. Lewra Rêber Apo wiha pênase kir got: ‘’Dîroka koletiya jinan nehatiye nivîsandin û dîroka azadiya jinan jî li benda nivîsandinê ye.’’

Lava Şengalî
Ger em berê xwe bidin dîroka civaka êzidî ya dûr û dirêj, em ê dîroka civakek xwedî baweriyek kevnar a bi hezaran salan a berxwedanê bibînin; dîroka berxwedana li dijî fermanan. Dîroka berxwedana civaka êzidî dîroka berxwdana jinên êzidî ye. Çanda êzdiyatiyê bi berxwedanê xwe gihandiye roja me ya îro. Di 74 fermanan de jinên êzidî bûne hedef. Çima jin bûne hedef? Ji ber ku jinên êzidî di kesayeta xwe de ziman, çand û baweriya xwe parastine û mayinde kirine. Gelek jinên êzidî mîna Sitya Nesra ya şerker û berxwedêr, Zerîfa Osê ya wêrek, Xatûna Fexran a bawermend, Sitya Nexşan a bi hûnera xwe ev çand diparast hene ku bi têkoşîn û berxwedana xwe cihê xwe di dîroka civaka êzidî de girtiye û bûne sembol.
Di fermana 2014an de ku li ber çavên cîhanê pêk hat, qurbaniyê wê herî zêde jinên êzidî bûn. Bi hezaran jinên êzidî dîl ketin destê çeteyên DAIŞê û heta niha bi hezaran çaranûsa wan ne diyar e. Trawmayên gelek giran hatin jiyîn û hîn jî nehatine çareserkirin. Li kêleka van rastiyan heqîqeta berxwedana jinên êzidî ya li dijî DAIŞê, di rûpelên dîrokê de bi tîpên zêrîn hat nivîsandin. Jinên êzidî serê xwe dan lê sira xwe nedan. Dema ku qîrîn û hawara mirovan bilind dibû, bi dehan jinên êzidî xwe ji zinaran avêtin da ku dîl nekevin destê DAIŞê. Herwiha 19 jinên êzidî li Mûsilê ji ber dest ji êzdayetiya xwe bernedan bi awayekî zindî di qefesan de hatin şewitandin.
Di sedsala 21ê de, jinên êzidî li sûkên wek Reqayê hatin firotin, tecawizkirin, rastî îşkenceyên giran hatin. Li hember van kiryarên derexlaq, jinên berxwedêr, mîna şehîd Cîlan, damarên destê xwe birîn, dîsa Zêrê dawî li jiyana xwe anî û teslîm nebû. Dayê Gulê dema fermanê bi demançeyekê li hemberî DAIŞê şer kir. Dayikan bi tilîliyên xwe hêz da berxwedanê. Rêhevala ciwan hevala Bêrîvan li ser şopa Bêrîvanan, yekemîn jina ciwan bû ku ji bo tolhildana fermanê çeka azadiyê rakir, heta çiyayên azad meşa xwe ya azadiyê dewam kir û li hembêza çiyayan bû efsaneyek. Rastiya êşên mezin dema vediguherin hêrs û zanebûnê, bi xwe re hêzê ava dike. Lewra ezmûna rojên zehmet, bi taybet bi naskirina fikir û felsefeya Rêber Apo şervanên azadiyê hêzeke jipola ava kir. Jina rêxistinkirî civaka rêxistinkirî ye, jina parastî jî civaka parastî ye. Me bedelên pir giran dan lê me encamên pir mezin jî bi dest xistin. Avakirina Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û YJŞê rastiya ku me li jor bi bîr xist îfade dike.
Li ser mîrasa berxwedana jinên êzidî ya bi hezaran salan, YJŞ û TAJÊ hatin avakirin. Ji bo ku ev berxwedan û têkoşîn bê berdewamkirin jinên êzidî xwe birêxistin kir. Vê carê ne tenê weke reflekseke li dijî fermanê, lê belê rêxistinek mayinde bi rê û rêbazên têkoşînê yên curbicur a jinên êzidî di hemû waran de hat damezirandin.
Roja îro li ser asta cîhanê li ser tevahî jinan bi rengekî sîstematîk û bi zanebûn tundî û qirkirin heye. Çeteyên ku bi zihniyeta tundrew sala 2014an jinên êzidî kuştin, firotin û tecawizî wan kir, li Helebê cenazeyê jina leheng Denîz ji avahiyê avêt, keziyê şervana YPJê jêkir. Bi van kiryaran xwestin îradeya jina azad bişikînin, lê wan çeteyên hov nezanî îradeya ku bi felsefeya Rêber Apo hatî avakirin ti car nayê şikandin. Nezanîn bi hezaran kezî tên honandin. Jiyana azad bi felsefeya Jin Jiyan Azadî ne tenê keziyan dihone, herwiha jiyanek azad û birûmet dihone. Ji bo parastina hebûn û xwebûna xwe em ê tekoşîna xwe heta dawî dewam bikin. Em jinên êzidî bi wê bawariyê ne ku Rêber Apo got: “Sedsala 21emîn wê bibe sedsala azadiya jinan.”
Bi boneya nêzbûna 8ê Adarê, em 8ê Adarê pêşî li mîmarê azadiyê Rêber Apo û li tevahiya jinên têkoşer pîroz dikin. Em dibêjin wê hemû rojên me bibin 8ê Adarê. Em wek jinên êzidî hemû kulîlkên çiyayên Şengalê diyarî Rêberê xwe dikin û hesret û hezkirina xwe ya bêdawî heta Îmraliyê dişînin. Bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re wê azadiya jinan û civakê misoger bibe.

