Jinên kurd pêşengiya jinên cîhanê dikin: Di nava şoreşê de şoreş ava kirin
Jin di serî de li Kurdistanê û gelek welatên cîhanê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dadikevin qadan û 8’ê Adarê bi çalakiyên cur be cur piroz dikin.

Jin di serî de li Kurdistanê û gelek welatên cîhanê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dadikevin qadan û 8’ê Adarê bi çalakiyên cur be cur piroz dikin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinên kurd pêşengiya çalakî û pîrozbahiyan dikin. Platforuma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Hesekê ya Kantona Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dirûşma “Bi vîna jinên azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” starta çalakiyên 8’ê Adarê dan. Li bakurê Kurdistanê jî dê heta 8’ê Adarê gelek mîtîng, panel, seminer, meş û xwepêşandan bên lidarxistin. Berdevka Rêxistina Kongra Star Rîhan Loqo têkildarî têkoşîna jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pêşengiya jinan û armanca 8’ê Adarê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pirsên me bersivand. Pirs û bersiv wiha ne:
Di serî de 8’ê Adarê ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û jinên rojavayê Kurdistanê tê çi wateyê?
Em 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya 2024’an, li qadaşoreşa jin, li tevahî jinên kedkar, berxwedêr û jinên li zindanan de li dijî desthilat û dagirkeran li ber xwe didin pîroz dikin. Dîsa em li mîmarê felsefeya Jin Jiyan Azadî, Rêber Apo pîroz dikin. Starta 8’ê adarê li ser navê Platforma Hevpar a Rêxistinên Jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Hesekê di 24’ê Sibatê de bi daxuyaniyekê me dest pê kir. Bi tevlêbûna hemû sazî, tevger, partî û kesayetiyên cuda bi zimanê kurdî, erebî û suryanî me daxuyanî da. Armanca îsal a Şoreşa Rojava û peyama me ya 8’ê adarê dirûşma “Bi vîna jina azad em ê siyaseta qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” e. Bi vîna jina azad, bi têkoşîna jina azad, tevahiya siyaseta ku li ser jinan tê meşandin, siyaseta ku ji hedefgirtina pêşeng, ji girtina jinan, kuştin, lêdan, tecawiz, zewaca temenbiçûk û pir jinî, li hemberî tevahiya siyaseta qirkirina jinan wekî şoreşa jin dê peyama me; bi taybet mijara qirkirinê mijarek esasî ye. Yê pergala qirkirinê dide meşandin hişmendiya dagirkeriyê ku li ser axa me dimeşîneye. Bi taybet li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîna Serêkaniyê Bab, Cerablûs, Efrîn Girêspî, herêmên ku di bin dagirkeriya dewleta tirk de ne. Li van bajaran rojane li dijî jinan destdirêjî, lêdan, kuştin pêk tê. Jin tên girtin. Zarok û dayikên temen mezin ji mafên xwe yên xwezayî bêpartên hiştin. Tundiyek pir zêde li ser wan tê meşandin. Hişmendiya qirkirinê li ser jinan ferz dike û hişmendiya dagirkeriyê yek e. Dîsa heman hişmendî tecrîdê li ser Rêber Apo dimeşîne. Hişmendiya dagirkerî, qirkirin û tecrîdê dimeşîne yek e.
Beriya Şoreşa Rojava li herêmê 8’ê Adarê çawa dihat pîrozkirin? Şert û merc çi bûn?
Me xwest bi vê dirûşmeyê peyama xwe ya sala 2024’an ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin. Têkoşîna jinan ji dîrokê heta îro, bênavber ji bo asta bilindkirinê pêşketin, rêxistinkirin, parastinê, ji bo parastina ziman, çand û hebûnê pêş dikeve. Ji Rosa Luksembûrg heta Sakîne Cansiz têkoşînek didome. Bi hezaran jin, ji bo parastina nasname, çand, ziman, vînê têkoşiyan û têkoşînê mezin dikin.
Piştî Şoreşa Rojava 8’ê Adarê çawa tê pîrozkirin. Pêkhateyên din çiqas xwe tev li van pîrozbahiyan dikin?
8’ê Adarê roja têkoşînê ye. Bi taybet ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa jin, rê li pêşiya jinan vekir ku têkoşîn û berxwedana xwe hîn bêhtir bilintir bikin û bi roja pêşengiyê li tevahiya qadên jiyanê bilîze. Ji bo vê yekê jî em dikarin bibêjin di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi pêşengiya jinan civakeke wekhev, malbateke demokratîk, pergalek xweser û konfederal tê avakirin. 8’ê Adarê bi xwe jî ji bo wekhevî, demokrasî, aştî û aramî xwedî wateyek taybet e. Encama têkoşîna 40 salan ya ku jinên kurd bênavber dane meşandin, ji bo avakirina malbatek demokratîk, ji bo azadî û wekheviyê, îro encamên wê di şoreşa jin de xwe nîşan didin. Jinan bi vê berxwedanê, şoreşa rojava wekî şoreşa jin hatiye pênasekirin. Gelek caran pirsa gelo sirrê şoreşê çi ye, tê kirin. Sirê vê şoreşa jinan di hundirê Şoreşa Rojava de şoreşa xwe ava kir.Ev şoreş li tevahî qadên jiyanê yên wekî qada rêxistinî, bîrdozî, dîplomasî, siyasî, hunerî, ziman, wêje û parastinê de jinan xwe bi rêxistin kir. Di nava tevahiya civakê de rola pêşengî dilîze. Gelek destkeftiyên mezin ên wekî pergala Hevserokatiyê, hevpeymana civakî û hwd. bi dest xist. Ev destkeftî encamên şoreşa jinan e. Jinan ji destpêka dîrokê heta îro ji bo wekhevî û demokrasiyê têkoşînek bênavber daye. Desftiyên îro jî encama vê têkoşînê ye. Jin ji bo van destkeftiyan bêtir biparêzin, rojane têkoşîna xwe xurtir dikin. Ji bo wê jî 8’ê Adarê li vir xwedî wateyek gelek girîng e. Em çawa dikarin li dijî hemû desthilatên dagirker, olperest, zayendperest, nijadperest, hîn bêtir têkoşîna xwe xurtir û mezintir bikin. Ji ber ku her asta têkoşînê xurt û mezin dibe, li dijî wê asta êrîşan jî li ser jinan zêde dibe. Ev yek li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn di asta yekemîn de cih digire. Her ku asta têkoşîn û berxwedana jinan xurt dibe, beramberî wê asta êrîşên li ser jinan jî zêde dibe.


