JINNEWSê xwe gihand dîmenên nû yên îşkenceya li Êlihê

Di dîmenên nû yên der barê bûyerên li Navenda Lênêrîna Taybet a Şifayê ya Êlihê hatiye jiyîn de, tê dîtin ku xebatkarên navendê îşkence û tundiya fîzîkî li astengdar, kal û pîr û nexweşan dikin.

1 deqe xwendin
JINNEWSê xwe gihand dîmenên nû yên îşkenceya li Êlihê

Di çarçoveya îdiayên destdirêjî, îşkence, mirina bi guman û nelêritiyên cuda yên li hember Navenda Lênêrîna ya Taybet a Şifayê ku ji bo nexweş, astendar û kal û pîran xizmet dida, 20 roj berê operasyonek berfireh hat destpêkirin. Di lêpirsîna ji rayagiştî veşartî hat meşandin de ji 80ê zêdetir kes hatin binçavkirin û ji 10an zêdetir kes jî hatin girtin. Piştî biryara nepeniyê hat rakirin agahî û belgeyên hatin bidestxistin, aliyên binpêkirinên mafan yên giran yên li navendê hatine jiyîn û nîqaşên der barê berpirsyariya kontrolkirinê ya saziyên cemawerî ji nû ve hat rojevê.

Di dosya lêpirsînê ya ji hezaran rupelî pêk tê de, wêne, lêkolînên dîjîtal, nivîsandinên nav saziyê, îfadeyên şahid û gumanbaran tespît û nirxadinên dozgeriyê cih digirin. Di dîmenên kamerayê yên ketine dosyayê de, tê dîtin ku xebatkarên navendê îşkence li astengdar, kal û pîr û nexweşan dike.

Malbatan serî li ÎHDê dan

Piştî operasyonê Navenda Lênêrîna ya Taybet a Şifayê hat girtin. Piştî ku pêkanînên îşkence, êrişa zayendî û binpêkirinên nebaş derketin holê hinek malbatan serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) dan.

Tevî ku çend roj ji ser bûyerê re derbas bûye dîmenên nû yên der barê îşkenceya li navendê hatiye jiyîn derdikevin holê.

Di dîmenên ku JINNEWSê xwe gihandiyê de, tê dîtin ku li astengdar, kal û pîr, nexweşxan tundiya fîzîkî û îşkenceya tazî tê kirin. Di dîmenan de tê dîtin ku xebatkarên navendê cilên kesên li navendê dimînin derdixin û li ber çavên yên din tundiyê dikin, tu kes jî mudaxale nake, li serê wan ling û her derê bedena wan dixin.

Di heman dîmenan de tê dîtin ku nexweş ji aliyê xebatkaran ve bi awayekî tazî li salona navendê ji erdê ve tên kaşkirin. Di hînek dîmenan de tê dîtin ku jin, mêr û zarok  tundiyê dibînin.

Li gor heman dîmenan li ser bedena nexweşan şopa îşkenceyê heye. Di dîmenek din de xebatkar nexweşekî di mutbexê de mifte dike û di dîmenek din jî cilên nexweşekî jê tên girtin, tazî tê sekinandin. Di dîmenek din de jî xebatkar dikeve odeya nexweş û tundiyê li nexweş dike.