Prof. Dr. Muhammed Rifat El Îmam: Divê êdî kurd neyên xapandin
Prof. Dr. Muhammed Rifat Îmam anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi têkoşîna xwe fikrî û fîzîkî hişt ku neteweyên cîhanê kurdan nas bikin û got: “Divê êdî kurd bi xefik û dafikan neyên xapandin.”

Di 20-21ê Hezîranê de, ji aliyê Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) bi dirûşma “Îslama Demokratîk: Di baweriyê de samîmiyet, di civakê de azadî” konferansek hat lidarxistin. Di konferansê de ku gelek alimên olê, saziyên civakî, nûnerên partiyên siyasî û akademîsyenên ji Kurdistan, Tirkiye, Iraq û Misrê beşdar bûn, gelek gotar û forumên wekî "Têkçûna Îslama Siyasî", "Avakirina têkiliyên Tirk û Kurd li ser bingeha demokratîk", "Di ronahiya Wesîqeya Medîneyê de aşti û civaka demokratîk", "Di çarçoveya baweriyê de biratiya gelên Rojhilata Navîn û berpirsyariyên wan" birêve çûn.
Yek ji beşdarên konferansê jî Prof. Dr. Muhammed Rifat El-Îmam bû. Muhammed Rifat El Îmam berhemên wek "Çiyayê Kurd: Beriya Qirkirinê Têkoşînên Nasnameyê, Mîrektî, Şêx, Siltan û Şerê Şahan 1514-1914", "Sedsaliya Serhildana Şêx Seîdê Pîran - Ji Şêx Seîd heta Têkoşîna Abdullah Ocalan", "Ermenî, Rojava û Îslam: Sûcdar, Qurban û Bersûc", "Li Misrê Ermenî 1896-1961" û "Di Dewleta Osmanî de Pirsgirêka Ermenî 1878 – 1923" nivîsandiye. Dr. Mihemed Rifat El Îmam ku Endamê Konseya Têkiliyên Derve ya Misrê û Dekanê Berê yê Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Damanhour a Misrê ye, Profesorê Dîroka Modern û Hevdem e. El Îmam, li ser Kurd û Ermenan xebatên akademîk kiriye. El Îmam li Misrê li ser raman û têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lêkolînên akademîk kiriye, di heman demê de şêwirmendiya tezên master û doktorayê yên li ser vê mijarê girtiye ser xwe û di gelek weşanan de li ser pirsgirêka Kurd, pêvajoya aştyê û PKK’ê buye mêvan.
Prof. Dr. Mihemed Rifat El Îmam ê ku beşdarî konferansê bû, pirsên nûçegîhan û edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mujdet Can û Bernas Kaynar bersivand. Pirs û bersîvên di Ajansa Mezopotamya de hatin weşandin wiha ne:
Wekî dîroknasekî, we xebatên xwe li ser Abdullah Ocalan kirî. Hûn pêvajoya aştiyê ya heyî ya li Tirkiyeyê ji perspektîfeke dîrokî çawa dinirxînin?
A rast ji dema ku Rêber Abdullah Ocalan berpirsyarî li xwe girt û ala aştî û civaka demokratîk hildaye û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji bo çekberdanînê û destpêkirina fesixkirina partiyê li hev kiriye û gavên erênî avêtine vir ve, Kurdan niyetpakî nîşan daye û gavên xwe yên erênî nîşan dane. Divê dewleta Tirk di muzakereyên bi rêzdar Ocalan û Kurdan re têne kirin de durist be û wan wekî kartekî siyasî nebîne ku -heta Erdogan guhertinên destûra binehîn ên di berjewendiya xwe de pêk bîne- dê bixwaze wan bi kar bîne û Kurd nekaribin ji vê qonaxê sûdê wergirin.
Gelo Tirkiye îro tenê hewl dide pirsgirêkek ewlehiyê çareser bike, an li rêyên avakirina têkiliyek nû bi pirsgirêka Kurd re digere ku bandorê li dîroka Komarê dike û wê bisêwirîne?
Di domahiya sedsala dîroka Komarê de Kurd, ji bo Tirkiyeya Ataturk wekî xetereya herêi mezin a a ewlehiyê hatine dîtin. Ev, bawerî/doktrînek e ku di derûniya her kesê Tirk de bi kûrahî cih girtiye. Li gora nêrîna dewletê, her mafek ku Kurd bi dest bixin, kêmbûnek e ji hevsengiya Komarê. Ji ber vê yekê di hişmendiya Tirk de, kompleksek derûnî heye ku dijminê wan ê herî mezin Kurd in. Ev doktrînek e ku di derûniya Tirkan de bi kûrahî cih girtiye.
Hûn rola Abdullah Ocalan a di salên dawî de ji perspektîfeke dîrokî çawa dinirxînin? Gelo pênasekirina wî tenê wekî rêberê gelekî bes e, an ew bêtirî vê yekê ye?
Piştî ku dewleta Tirk ragihand ku, serhildana Dêrsimê û pirsgirêka Kurd hatiye tepisandina û binaxkirin, Abdullah Ocalan di veguherandina pirsgirêka Kurd ber bi rastiyeke heyî de roleke pir girîng lîstiye. Serkeftina beşdariya Kurdan di nav hevkêşeya têkiliyên navneteweyî de ya Ocalan e. Ku wî hişt hêzên Ereb ên herêmî û navneteweyî Kurdan bixin nav hesabên hevsengiya stratejîk, ev jî serkeftina wî ye. Li gel rola wî ya têkoşer a li qadê, têkoşîna wî ya ramanî ya li derveyî qadê; rola formulakirina projeya Neteweya Demokratîk, aştî û civaka demokratîk Abdullah Ocalan ji bo Kurdan û Rojhilata Navîn girtiye ser xwe.
Ev pêvajoya ku li Tirkiyeyê berdewam dike ji pencereya cîhana Erebî çawa tê dîtin û rewşenbîr van geşedanan di kîjan çarçoveyê de dinirxînin?
Helwesta çîna rewşenbîr a ku têkiliyên wan ên li ser bingehê berjewendiyan bi dewletên Ereb re nîn in, erênî ye û di berjewendiya Kurdan de ye. Bizavek ji rewşenbîrên Misrî û Ereb pêk tê ku ji desthilatê serbixwe ne, bi pirsgirêka Kurd re eleqedar dibin. Mînak, weşanên min li ser pirsgirêka Kurd hene, xwendekarên min ên master û doktorayê hene ku li ser pirsgirêka Kurd dixebitin û hemû zanîngehên li Misrê di mijarên girêdayî Kurdan de pileyên akademîk didin. Ji ber vê yekê, ji desthilata hikumetan; ji desthilata Baasê, desthilata Kemalîst û desthilatdariya olî ya Erdogan dûr meylên erênî di berjewendiya pirsgirêka Kurd de hene.
Ji bo ku ev pêvajo bigihîjin encameke mayinde, qonaxên herî krîtîk çi ne? Dîrok di derbarê pêvajoyên aştiyê de çi dersan dide me?
Di domahiya dîrokê de Tirkan her tim Kurd xapandine. Divê nifşê nû yê Kurd nekeve nav vê xapandin an jî xefka Tirkan, ji tecrubeyên borî dersan derxîne, ji pêgeheke bihêz muzakere bike û heta ku aştiyê bi tevahî misoger bike, bi çekên di destê xwe de muzakereyan berdewam bike.
Bi nêrîna we dîrok dê Abdullah Ocalan û vê pêvajoya aştiyê ya ku tê rêvebirin çawa bi bîr bîne û 50 sal şûnda ev dem dikare di pirtûkên dîrokê de di bin kîjan sernavî de cih bigire?
Tevgera Ocalan; bi aliyê xwe yê têkoşer û îdeolojîk, di bin siya şerên herêmî û navneteweyî de peyama sedsala 21’an e.
Di çarçoveya perspektîfa biratiya gelan û aştiyê de, gelo peyamek we ji bo gelê Ereb û gelê Kurdistanê heye?
Peyama min ev e; yên ku neteweyan ava dikin gelên bindestin. Yên ku împaratoriyan ava dikin jî ew in. Rejîm daxwaza hesabên xwe, berjewendiyên xwe dikin, gelan kolonîze dikin, cudahiyê dixin navbera wan, wan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin û didoşin. Ji ber vê yekê divê gelên herêmê ji bo paşeroja xwe bibin yek, nebin amûreke rejîman, derveyî desthilata rejîmên Baas, Kemalîst û olî, bi hev re bixebitin.
MA /


