Dayika Aştiyê Behiye Sevîm spartin axê
Dayika Aştiyê Behiye Sevîm a ku li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê jiyana xwe ji dest da, li gundê wê Darliya Jor a Bismilê spartin axê.

Dayika Aştiyê Behiye Sevîm (71) ku bi salan e ji bo aştiyê têdikoşe di beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê de ku lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Dayika Behiye li taxa Darliya Jor a Bismilê ya Amedê bi merasimekê spartin axê.


