Dayika Aştiyê Behiye koça dawî kir

Dayika Aştiyê Behiye Sevîm a ku bi salan e ji bo aştiyê li ber xwe da, li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya lê dihate dermankirin koça dawî kir. Malbat dê cenazeyê Behiye Sevîm li taxa Darliya Jor a navçeya Bismila Amedê bispêrin axê.

1 deqe xwendin
Dayika Aştiyê Behiye koça dawî kir

Dayika Aştiyê Behiye Sevîm (71) ku bi salan e ji bo aştiyê têdikoşe di beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê de ku lê dihate dermankirin, koça dawî kir. Malbat dê cenazeyê Dayika Behiye dê li taxa Darliya Jor a Bismilê ya Amedê veşêrin. 

Dayika Behiye Sevîm kî ye?

Ajansa Welat der barê çîroka Behiye Sevîm de agahî kom kirin. Li gorî nûçeya Ajansa Welat Behiye Sevîm di 10ê Gulana 1955an de li gundê Cilînê yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê hatiye dinê. Piraniya jiyana wê li gund derbas bûye. Dayika Behiye Sevîm li gund bi kurê meta xwe Xalid re dizewice û 15 zarokên wan çêdibin. Ji van zaroka 3 jê ji ber nexweşiyeke kronîk jiyana xwe ji dest didin.

Kurê Behiye Sevîm ê mezin Yakûp Sevîm (Mazlûm) di sala 1993yan de tev li PKKê dibe û di 25ê Kanûna 1999an de li Herêma Besta ya Şirnexê di şerekî de jiyana xwe ji dest dide. Malbatê hêj jî cenazeyê kurê xwe negirtiye. Piştî ku Yakûp tev li PKKê dibe leşker her roj bi ser mala wan de digirin gefan li wan dixwin. Ew jî neçar dimînin ji gund bar dikin û mala xwe dibin gundê Darliya Jor a navçeya Bismilê. Lê leşker dema pê dihesin ku malbat hatiye vî gundî dîsa bi ser mala wan de digirin û zext û zora xwe didomînin.

Piştî zextên dewletê keça wê Kismet a 18 salî jî tev li PKKê dibe. Kismet Sevîm di pêvajoya ku çeteyên DAIŞê de êrişî Rojava kirin de berê xwe dide Rojava û di sala 2014an de li Kobanê jiyana xwe ji dest dide û cenazeyê wê li wir tê veşartin. Hemû ferdên malbatê di demên cuda de hatine binçavkirin.

Kurê Behiye Sevîm Ozgur Sevîm jî di 31 Gulana 2016an de li Nisêbînê di dema şerê Xweseriya Cewherî de hatibû girtin cezayê muebeda giran û 25 sal cezayê giran lê hatiye birîn. Ozgur Sevîm ê ku 10 sal in girtî ye niha li Girtîgeha Tîpa S ya Kirşehîrê tê ragirtin.

Leşker û polîsên ku bi dehan caran bi ser mala dayika Behiye Sevîm de digirin her carê wêneyên zarokên wê yên di nav Tevgera Azadiyê ya Kurd de jiyana xwe ji dest dane desteser kirine.

Behiye Sevîn ku di têkoşîna xwe ya bi salan de hatiye binçavkirin û îşkencekirin di komisyonên taxan bigire heta partiyên ku siyaseta azadiya Kurd dimeşînin ji saziya malbatên şehîdan MEYA-DERê bigire heta saziya malbatên girtiyan TÛAY-DERê de cih girtiye. Behiye Sevîm heta vî temenê ji bo pêkhatine aştiyeke mayînde di hezaran meş, mitîngan û çalakiyan de cih girtiye û tevî nexweşiya xwe tu caran dest ji têkoşîna xwe bernedaye. Behiye Sevîm jî weke gotina yek ji pêşengên PKKê Mehmet Xeyrî Dûrmûş a “Heke ez bimirim li ser gora min binivîsin ku weke deyndarê gelê xwe jiyana xwe ji dest da” di tevahiya têkoşîna xwe de dianî ziman.