Dê Bayram Balci li Enqereyê bispêrin axê

Heval û hogirên Rojnameger û kedkarê Çapemeniya Azad Bayram Balci yê ku koça dawî kir, dê di 27ê Hezîranê de li Enqereyê oxir bikin û pispêrin axê.

1 deqe xwendin
Dê Bayram Balci li Enqereyê bispêrin axê

Rojnameger û Kedkarê Çapemeniya Azad Bayram Balci yê ku li nexweşxaneyeke Belçîkayê tedawiya penceşêrê didît û jiyana xwe ji dest da wê li Enqereyê bê veşartin. Cenazeyê Balci yê ku di 23yê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da, dê sibê êvarê bi balafirê bibin Enqereyê. Cenazeyê Balci piştî merasîma ku wê di 27ê Hezîranê de li Cemexaneya Batikentê were lidarxistin, bê veşartin.