Gelê Hesekê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
Gelê Hesekê bi meşeke girseyî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û daxwaza pêkanîn azadiya wî ya fîzîkî kir.

Bi sedan welatiyên Hesekê, nûnerên ji saziyên sivîl û civakî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şeremzarkirina tecrîdê meşek girseyî li dar xist. Meş ji Çerxerêya Kevokê ya li taxa Muftî dest pê kir. Beşdarên meşê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin hildan. Şênî li tevahî kolanan geriya û li Çerxerêya Şehîd Serhed bi girseyî daxuyanî dan. Li wir, li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) endamê partiyê Hesen Koçer axivî. Hesen Koçer diyar kir ku têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di salên ragirtina wî ya li girtîgeha Îmraliyê de rêwitiya berxwedan û fikrê ye ku bi armanca gelê kurd bigihîne azadiya xwe.
Hesen Koçer destnîşan kir ku girtîgeha Îmraliyê êdî bûne navenda têkoşîna fikrî û ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyên xwe bidomînin.
Meş bi siloganên "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.


