Ji bo mîtînga Amedê li 3 bajaran bang kirin
Jinan ji bo mîtînga ku di 28ê Hezîranê de li Amedê pêk bê, li 3 bajaran banga tevlêbûnê kirin.

Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê di 27 û 28ê Hezîranê de li Amed, Wan, Mersîn û Stenbolê bi dirûşma ‘Bi serokatiya azad berbi civaka demokratîk’ mîtîng bên lidarxistin.
Li Amedê di 28ê Hezîranê de saet di 17.00an de li qada Îstasyonê dê mîtîng pêk bê. Hevseroka Giştî ya DBP Çîgdem Kiliçgun Uçar, Sekreterya Îmraliyê Veysî Aktaş wê tevli mîtînga Amedê bibin. Ji hunermendan jî Pinar Aydinlar, Kadîr Çat û Serhedo dê derkevin ser dîkê.
Ji Amed, Riha û Êlihê banga tevlibûna mîtîngê kirin
Amed
Hevseroka DBPa Amedê Ruçem Vefa Elyakut anî ziman ku mîtîng bi pêşengiya jinan pêk tê û got: “Birêz Abdullah Ocalan di hevdîtinên bi malbat, heyetê de dibêje jin pêşengên pêvajoyê ne. Em jin dizanin ku pêvajoyeke ku jin ne pêşengên wê bin nagihêje armanca xwe û rast bi encam nabe. Em bi vê armancê xebatên xwe dimeşînin. Werin em bi hev re aştiyê bixwazin û dengê xwe bilind bikin.”
Riha
Hevsroka Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) Ayla Ozdemîr jî da zanîn ku wê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girityên siyasî bixwazin û got: “Em dixwazin statuya Birêz Ocalan pêk bê. Em ê ji bo vê li qadan bin.Em banga tevlibûnê l gelê xwe dikin.”
Hevseroka MEBYA-DERê ya Rihayê Makbule Yavuzel jî bang kir û got: “Bila tu kes neyê kuştin Bila ev pêvajo êdî bi encam bibe. Bila gav bên avêtin. Bila serokê me azad be. Divê em hemû di mîtîngê de cihê xwe bigirin.”
Meryem Akin a di xebatan de cih digire jî banga tevlibûna mîtîngê li hemû kesî kir.
Sidika Denîz jî bi lêv kir ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtî bên berdan û hemû gelê Rihayê vexwend Amedê.
Elih
Aktîvîsta TJA’yê Ezel Aydin jî der barê pêvajoyê de axivî û got ji bo serkeftina pêvajoyê divê desthilatdarî gavên şênber bavêje û got: “Divê demildest zemîna şert û mercên ku Abdulla Ocalan dikare bi awyaekî azad bixebite bê avakirin. Divê pêşiya çareseriya demorkatîk bê vekirin û azadiya fîzîkî pêk bê. Em di vê esasê de bang li hemû kesî dikin ku di mîtînga Amedê de cih bigirin.”


