Ji leşkeriyê re pere heye ji civakê re pere tune ye

Parlementerê Şirnex Mehmet Zekî Îrmez derbarê rêya di navbera Şirnex û Wanê ya ku 13 sal in nayê xelaskirin de, destnîşan kir ku ji bo rêyên leşkeriyê pere heye lê ji bo rêyên civakî pere tune ye.

1 deqe xwendin
Ji leşkeriyê re pere heye ji civakê re pere tune ye

Hikûmet, li bajarên bakurê Kurdistanê herî zêde pereyan ji bo lêçûnên leşkeriyê xerç dike. Qaleqolan ava dike. Rêyên diçe qalekol û qereqolan ava dike. Pere û meaşê ku dide leşker, polîs, pekçî û cerdevanan bêhesab e. Di xizmeta karên ewlehiyê de bêqûsûr kar tê kirin. Lê di xizmeta karê civakî de bi hinceta ‘Pere tune’ kar nayê kirin. Bi taybetî seferberî di çêkirina rêyên ewlehiyê de derdikeve pêş. Lê dema mijar dibe rêya gel û civakê xemsariya tê nîşandan bi salan didome. Yek ji van rêyên ku çêkirina wê bi salan e didome, rêya navbera Şirnex û Wanê de ye. Dirêjiya rêya navbera Şirnex û Wanê de 450 km ye. Di sala 2013an de ji aliyê dewletê ve projeyek ji bo kurtkirina rêya navbera Wan û Şirnexê de hat amadekirin û îhaleya vê projeyê di heman salê de hat kirin. Ger ev proje di dema xwe de bahata temamkirin dê niha dirêjahiya rêya di navbera Şirnex û Wanê de daketa 180 kîlometreyan. Heya niha gelek caran ji ber nedayîna pereyên şîrketa îhaleya girtiye, proje hatiye betalkirin û herî dawî 2 sal berê carek din îhaleya vê rêyê hat nûkirin lê îro jî li ser vê rêyê tu xebat nayên kirin.

13 sal in rêyek xelas nekirine 

Parlementerê DEM Partiyê yê Şirnex Mehmet Zekî Îrmez derbarê rewşa çêkirina rêya di navbera Şirnex û Wanê de ji Nûçegîhanê Ajansa Welat Nedîm Oruç re axivî. Mehmet Zekî Îrmez bertek nîşanî nêzîkatiya rayedarên dewletê da, da zanîn ku li ser rê niha tu xebat nayê kirin û wiha axivî: “Îhaleya vê rêyê di 2013an de hat çêkirin. Li gor îhaleye yekemîn diviya ev rê 2 salan de hatiba xelaskirin. Niha li ser vê rê tu xebat nayê kirin. Gelê me li bendê ye rê zû xelas bibe. Dema ev rê xelas bû dê ji bo bazirganiya gelê me gelekî bi fêde be. Her wiha ev rê dê navbera Wan û Şirnexê ji 5 saetan dakeve 2 saetan û dê bandoreke gelekî erênî li ser civakê bike.”

‘Dema mijar dibe civak her tişt diguhere’

Mehmet Zekî Îrmez destnîşan kir ku dema mijar ewlehî be dewlet lezgînî tevdigere û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Mixabin dema mijar dibe karê civakî, dewlet lezgînî tevnagere. Lê dewlet ji bo karên ewlehiyê gelekî lezgînî tevdigere û van karan zû xelas dike. Ji bo qereqol û qeleqolan dewlet lezgînî tevdigere û di demê xwe de van karan xelas dike. Lê mixabin dema mijar civak be û karên civakî be, her tişt tê guhertin.”

Mehmet Zekî Îrmez bertek nîşanî xemsariya bi salan e tê domandin da û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema mijar karê dewletê be bi xwe be budçe û pere heye. Dema mijar ji bo xizmeta gel be dibêjin pere tuneye. Dema em ji rayedarên şîrketên îhale girtine dipirsin ji me re dibêjin pere ji me re naşînin û dibêjin pere tuneye. Divê dewlet êdî dev ji van polîtîkayên xwe yên qirêj berde û çi ji bo gel pêwîst be wisa gav biavêje.”