Karasû: Ji bo pêvajo pêşbikeve divê Meclîs bikeve dewrê

Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mûstafa Karasû beşdarî bernameyeke taybet a li Medya Haber TV bû û rojev nirxand. Hevpeyvîna bi Mûstafa Karasû re bi vî rengî ye:

1 deqe xwendin
Karasû: Ji bo pêvajo pêşbikeve divê Meclîs bikeve dewrê

Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mûstafa Karasû beşdarî bernameyeke taybet a li Medya Haber TV bû û rojev nirxand. Hevpeyvîna bi Mûstafa Karasû re bi vî rengî ye:

Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ji ber nexweşiya giran a dil rakirin nexweşxaneyê. Hemû beşên civakê li benda agahiyeke baş li ser tenduristiya Sirri Sureyya Onder e. Beriya her tiştî hûn ji bo vê rewşê dixwazin çi bibêjin?

Beriya her tiştî em ji dostê xwe yê hêja Sirri Sureyya Onder re şîfayê dixwazin. Bi rastî jî em li ber ketin. Bi wezîfeyeke girîng radibû, ev wezîfe jî baş dikir. Di nava karê zêde yê vê wezîfeyê de li rewşeke bi vî rengî rast hat. Piştî ku Sirri Sureyya Onder nexweş ket, li Kurdistanê û Tirkiyeyê civak xwedî lê derket, ev jî girîng bû. Ev xwedîderketin piştgirî û xwedîderketina li hewldan û banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ye. Divê em vê yekê bi vî rengî fêhm bikin. Sedema vê piştgiriyê hewldana Aştî û Civaka Demokratîk e ku wî dimeşand. Divê ev yek bi vî rengî bêfêhmkirin. Rast e, Sirri Sureyya mirovekî naskirî ye û jê tê hezkirin. Hunermendekî mezin e. Lê belê gelek hunermend û siyasetmedarên hêja rewşên bi vî rengî dijîn, lê belê li tu ji wan re ewqasî xwedîderketin nebû. Pêwendiya vê yekê hem bi kesayetiya wî re heye hem jî bi hewldan û wezîfeya wî ya dîrokî re heye. Ji ber ku ev wezîfe hewldana wê yekê ye ku gelên Tirkiyeyê bigihêje demokrasiyê, gelê kurd bigihêje azadiya xwe. Wezîfeyeke gelekî girîng û mezin dimeşîne. Ji ber vê yekê xwedîderketin lê çêbû. Ev yek jî nîşan dide ku bang û hewldana Aştî û Civaka Demokratîk piştgiriyeke xurt a civakî werdigire. Bêguman Sirri Sureyya Onder hunermendekî baş e, sînemager e, derhêner e, nivîskarekî baş e. Ji xwe zimanê xwe baş bi kar tîne, bi bandor bi kar tîne. Ji xwe axaftinên xwe jî bi wî rengî ne, bi bandor in. Zane ku ji bo her kesî çawa biaxive, li ku derê çawa nêzî kê bibe. Şoreşger bû, demokrat bû, siyasetmedar bû. Yekî pir alî bû. Piştî sala 2013an û pê ve tevlî hevdîtinên li Îmraliyê bû.Bi Rêbertî re xwedî diyalogên girîng e. Carekê, du caran ji Rêbertî re got, Ez zêde siyasetê naxwazim, Rêbertî Sirri Sureyya rexne kir. Got, Belê huner, hunermendî girîng e, lê li Tirkiyeyê siyaset jî girîng e. Dema ku rastiya Tirkiyeyê li ber çavan bê girtin, heta ku Tirkiyeya demokratîk nebe, heta ku Tirkiyeyeke bêyî huner û fikrê azad, hunereke rast jî nikare bê kirin. Ji bo huner bi rengê herî baş û xurt bê kirin, divê ev pirsgirêkên giran ên li Tirkiyeyê bêne çareserkirin. Bi vî rengî Rêber Apo her tim ew teşwîq kir ku di nava siyasetê de bimîne. Naxwe nêzîkatiyeke bi vî rengî ya Sirri Sureyya Onder hebû. Dixwest xwe ji siyasetê vegire, tenê bi hunerê re mijûl bibe. Eger Sirri Sureyya Onder di nava siyasetê de mabe, piştî ku hate girtin careke din tevlî qada siyasî bû, di vir de pêşniyar û diyalogên bi Rêber Apo re xwedî bandor e. Encama diyaloga bi Rêber Apo re ev yek pêk hat. Yekî welê bû ku qîmet dida gotinên Rêber Apo. Bi rastî jî hurmet nîşan dida, qîmet dida, her tim digot,