Karayilan: Hevalê Fûat projektoreke îdeolojîk bû
PKKê di 12emîn Kongerya xwe de şehadeta pêşeng û damezrînerên PKKê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ragihand.

PKKê di 12emîn Kongerya xwe de şehadeta pêşeng û damezrînerên PKKê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ragihand. Yek ji delegeyê Kongreya 12emîn a PKK'ê Mûrat Karayilan ji ANFê re qala yek ji pêşengên damezrîner ên PKKê Alî Haydar Kaytan kir ku nêzî 40 salan bi hev re meşiyan e. Hevpeyvîna bi Mûrat Karayilan re hatiye çêkirin wiha ye:
Hûn karin qala wê pêvajoyê bikin ku Şehîd Alî Haydar Kaytan di Fermandariya Giştî ya ARGKê de bû.
Di demekê de ku zor û zehmetiyên mezin hebûn, hevalê Fûat ji bo Fermandariya ARGK'ê hate wezîfedarkirin. Wê demê gelek pirsgirêk hebûn Weke destwerdana Rêbertî wezîfe dewr wergirt. Her çend tecrûbeya leşkerî ya hevalê Fûat zêde tinebû jî kûrahiya wî ya îdeolojîk, tecrûbeya wî ya rêxistinî û sekna wî cihê baweriyê bû. Fermandaran hemûyan jê bawer dikirin. Bi vî rengî kar kir. Ji berê bêhtir baş meşand.
Weke ku tê zanîn Fermandariya ARGK'ê di heman demê de weke koordîneya giştî bû. Dawiya sala 1995'an, bawerim meha Kanûnê bû, piştî demekedirêj li qada Dola Şivê ya Zapê civîna Komîteya Navendî ya PKK'ê pêk hat. Ev civîneke girîng bû û gelek mijar hatin nîqaşkirin. Nakokî hebûn. Hevalê Fûat ji bo civîn bi ser bikeve heta dawiyê bi tecrûbe û sebreke mezin bi rê ve bir. Di vir de tecrûbeya wî ya rêxistinî roleke mezin lîst. Nêrînên dijberê hev hebûn. Ji aliyê komkirina ser hev de nirxandineke siyasî, felsefî û rêxistinî dikir û performans nîşan dida. Piştî wê civînê Şemo ji bo Alîkariya Leşkerî ya Fermandariya ARGK'ê hate wezîfedarkirin. Ew zivistan bi wî rengî derbas bû. Di Gulana 1996'an de yekemîn civîna Konseya Leşkerî pêk hat û piştî wê civînê jinûve wezîfedarkirin pêk hat. Wezîfeya hevalê Fûat weke xwe ma, lê belê Şemo li şûna min ji Botanê re hate wezîfedarkirin. Ez jî ketim şûna Şemo. 3-4 mehan em bi hevalê Fûat re xebitîn.
Ji bo wî ya esasî xet bû
Wê demê me bi civata biryargehê re civîn lidar xist. Tabûrên biryargehê hebûn. Bi hevalê Riza re me civîn pêk anîn. Di wan civînan de, wê zivistanê me dî tku Şemo gelek xisar kiriye. Yanî ji aliyê şikandina kesan, cezakirina bi neheqî, avêtina ji ders û kar, heqaret ve, yanî ji bo şikandina civatê gelek rê û rêbaz bi kar anî. Me dît ku karê perwerdekirin û amadekirina civatê zêde nehatiye kirin. Me ev yek tespît kir. Wê demê em fikirîn bê divê çi bê kirin. Ev yek jî di bin berpirsyariya hevalê Fûat de hatibû kirin. Em çûn û me bi hevalê Fûat re parve kir. Me got, zivistanê ev yek qewimî. Yanî hevalê Fûat qet neda pey berjewendiyên şexsî û got, 'Rast e, bi vî rengî ye'. Me hinek mînak dan û îqna bû. Got, 'Eger ev heval van dibêjin, eger ev şexs biçe Botanê û heman rêbazê dewam bike wê Botanê tasfiye bike. Divê em wî bisekinînin'. Em fikirîn bê çawa rawestînin. Ji ber ku Rêbertî ew wezîfdar kiribû, wê demê me got em bi Rêbertî re parve bikin û me ev kir. Ji xwe wî weke fermandarê berpirsyar bi Rêbertî re parve kir. Piştre jî em axivîn. Rêbertî hinekî rexne kir, wê demê tiştek nebû. Piştre Rêbertî hevdîtin bi hevalên çûn biryargehê re kiribû. Ez jî bi wesîleya destpêkirina lêpirsîna der barê biryargehê de bû. Piştre jî Şemo ji Botanê hate kişandin û girtin.
Ji ber ku lêpirsîneke giştî hate vekirin, bi rengekî otomatîk hevalê Fûat jî ket ber lêpirsînê. Ji ber ku wê demê ew jî li wir bû, lê belê bi van mijaran re mijûl nebû bû. Ji xwe digot, 'Min her tişt ji wî re hişt, kêmasî kir. Tecrûbeya wî hebû, lê belê xisar da, min şaşitî kir ku ji wî bawer kir'. Wî bi xwe xwest lêpirsîn bê destpêkirin, wî ew pêvajo meşand. Yanî teqez ti fikarên wî yên şexsî nebû. Negot, ez hinekê nerm nêzîk bibim. Berê jî hatibû rexnekirin, ji nişka ve nebû. Asta ku pêk hat bi temamî fêhm nekiribû. Di wê civînê de ev rewş derketibû holê. Di civîna konseyê de jî rexne hatin kirin. Heval rexnedayina xwe kir û rexne kir. Ji xwe civîna Konseyê wî bi xwe bi rê ve dibir. Piştî ku dît alîkarê wî bi rêbazê veşartî di vê astê de xisar kiriye, got 'Çi pêwîst be bila bê kirin'. Hevalekî welê bû ku ji bo berjewendiyên rêxistinê xwe feda dikir. Divê mijarê de ti fikarên wî tine bûn.
Ji bo wî ya esasî xet bû. Xeta partiyê û Rêbertî bû. Ev yek jî pêşvebirina kadro û şervanan bû. Bi esasî li ser vê disekinî. Piştî ku dît li wê derê kêmasî bûye rexnedayina xwe kir û got, 'Min şaşitî kir ku her tişt ji wî re hişt. Ji ber vê yekê xisar da. Van gelek zerar dan partiyê. Eger biçe Botanê wê ev yek hîn mezin bibe. Divê peşî li vê bigirim. Divê vê yekê bixe rojeva partiyê û Rêbertî û ya pêwîst çi be bê kirin'. Yanî wî bi xwe ev pêvajo da destpêkirin û pêşî li tasfiyekariyê girt.
Hevalê Fûat ji aliyê rexnedayinê û bilêvkirina kêmasiyan ve ti pirsgirêka xwe tine bû. Di her asta rêxistinê de wezîfe wergirt, lê belê ti carî li pey fikarên şexsî neket. Wergirtin an jî wernegirtina erkê ji bo xwe girîng nedît. Ji bo hevalê Fûat a girîng berpirsyariya şoreşgerî, meşandin û serxistina xeta Rêbertî bû. Ji bo wî tişta herî bingehîn ev bû.
Di nava HPG'ê de ji aliyê meşandina xeta Rêbertî ve bi roleke çawa rabû?
Hevalê Fûat digot, "Em çiqasî rastiya Rêbertî hînî hevalên ciwan, hêza şer, şervanan û fermandaran bikin wê ewqasî jî bibin şervan û bi ser bikevin'. Digot, 'Eger mirov Rêbertî bi hêzên parastinê bide fêhmkirin, wê serketin pêk were. Zû yan jî dereng wê pêk were. Eger şervan û fermandarên me bibin xwedî ruhê Apoyî wê teqez bi ser bikevin û encamê werbigirin'. Baweriya xwe bi vê yekê dianî. Ji ber vê jî bi civata HPG û şervanan re eleqedar dibû, perwerde dikir, sohbet dikir, di nava wan de dijiya. Ev kar bi eşqeke mezin dikir. Qet nediwestiya. Di her şert û mercî de bi hevalan re meşgûl dibû, ders dida û nîqaş dikir. Ji ber ku digot, 'Ev heval ew jin û mêr ên ciwan ên vî welatî yên durust û pak in, eger di fikrên Rêber Apo de kûr bibin wê her yek ji wan bibe Egîd, mezin bibe. Egîdbûyîn bi Apoyîbûn, bi partîbûyînê dibe. Leşkerîbûn bi vî rengî pêk tê'. Me qala leşkerîbûneke profesyonel dikir, ku gelekî piştgirî dida vê yekê. Dİgot, 'Partîbûyîn û profesyonelbûyîn bi vî rengî dibe. Di bingeha xwe deeger kûrbûna îdeolojîk hebe, leşkerîbûn bi vî rengî pêk tê, leşkerîbûna profesyonel bi vî rengî bi ser dikeve'. Salên dawî xurtkirina YPS'ê jî girîng didît. Ji xwe tevlî konferans û civînên YPS'ê jî bû. Rêbaza birêxistinkirinê ya YPS'ê gelekî girîng didît. Lewma kîjan kar girîng bidîta, diçû wê derê. Ji xwe serbest bû, li ku derê bixwasta bixebitiya, pêşniyar dikir. Tevger bi temamî lê vekirî bû. Ji destpêkê heta dawiyê tevlî konferansa YPS'ê bû û nirxandinên girîng kir.
Rêbaz û karê wî gelekî kêrhatî bû
Bi giranî eleqeya hevalê Fûat a bi hêzên leşkerî re, perwerdekirin û kişandina ser xeta Apoyî weke çavkaniya serketinê dihate dîtin. Ji ber vê yekê gelekî bi daxwaz ev yek dikir. Bi rastî jî uslûb, rêbaza wî li pêş çavan bû. Yanî bandor li hevalan dikir. Ji bo hevalan gelekî balkêş bû û rêbaza wî gelekî bandor li hevalan dikir Di afirandina xeta Rêber Apo de ev rêbaz û karê hevalê Fûat gelekî kêrhatî bû. Dikarim vê jî bibêjim; di nava 9-10 salên dawî de li navacivaka şervanan û HPG'ê ruhekî şervanî û fedaî yê hîn mezin heye. Di afirandina vî ruhî de karên îdeolojîk gelekî girîng e. Yek ji kesên ku ev karê îdeolojîk meşand jî hevalê Fûat e. Her wiha ji bo hevalên xwe dijiya. Vê partiyê çawa destpê kir, ew hevalê destpêkê bû. Wî û serok dabûn destpêkirin. Dema ku ev eşkere dikir, gelekî bala hevalan dikişand û gelekî encamgir bû. Di pêşvebirina xeta Rêber Apo de rola wî gelekî mezin bû. Mîna eynika Rêber Apo bû. Ji ber vê yekê jî di van xusûsan de ked û karên xwe mezin bû.
Tevlî civîna Konseya Leşkerî ya HPGê jî bû. Ev tevlîbûn li ser fermandar û şêwaza şer a HPGê bandorek çewa kir?
Bandora hevrê Fûat li ser hemû kadroyên partî û kadroyên HPG’ê hebû. Hem li ser fermandaran û hem jî li ser ciwanan giraniyek û bandoreke wî ya bi vî rengî hebû. Ji ber vê weke biryargeh me dixwest hevrê Fûat tevlî hemû civînan bibe. Dibe ku carnan dûr dibû, nedikarî tevlî her civînê bibe lê piranî heta ji destê wî dihat tevlî dibû. Ji xwe derfeta wî çêbiba, bi xwe dixwest tevlî bibe. Carnan dema ku nekaribû tevlî bibe an li qadeke din erkek wî ya cuda heba, rexnedayîna xwe dida. Di salên dawî de di nava Konseya Serokatiya Giştî de cih girt û bi giştî xwedî berpirsyarî bû. Ji bo vê jî tevlî hin civîn û plansaziyan dibû.
Mîna nûnerek ê Rêbertî bû
Di civînan de pêşî guhdarî dikir û rê nîşan dida. Ji bo lêhûrbûnên kûr rê nîşan dida. Her wiha nêrînên dervî rêxistinê hebaya wan sereras dikir. Van nêrînên xwe bi zimaneke rêzdar dianî ser ziman û hewl dida bide fêmkirin. Di dema civînên Meclîsa Leşkerî de qet xwe nedixist navendê. Her tim li platformê dinêrî û kûrt diaxivî. Lê belê dikarîbû bi dirêjahî biaxiviya, lê nedikir. Dixwest hevalên wî biaxivin. Bi awayekî kûrt û cewherî diaxivî. Qala nêzîkatiya avabûna partiyê û Rêbertî dikir. Di civînan de herî zêde li ser hîmên teorîk ên nîqaşan lêhûr dibû. Bi gotinên mîna, 'vî hevalî ev tişt îfade kir, ev tê wê wateyê' wan zelal dikir. Di vê mijarê de roleke girîng lîst, civîn bi dawî dike û nîqaşan kûrtir dike. Di pêşvebirina avabûna partiyê ya li nava hêzên me de, di pêşvebirina artêşbûyîna rast û derketina biryarên rast de rol lîst. Mînak, me an jî piranî hevalên ku li qadên leşkerî mane, çarçoveyeke leşkerî diyar dikirin û ew jî vê yekê xurtir dikir. Bi xurtkirina bingeha wê ya rêxistinî û îdeolojîk tevlîbûna xwe nîşan dida. Mijarên ku kêm didît jî dianî ser ziman. Nêrînên xwe dubare nedikir, lê digot, 'vî hevalî/ê ev tişt bilêv kir, ez vê girîng dibînim û qebûl dikim'. Digot aliyê felsefî, îdeolojîk û rêxistinî ev e û ji ber vê yekê divê di pratîkê de di vê çarçoveyê de bê bicihkirin. Ji bo vê jî di civînan de hevalên cihê xwe di dîwanê de digirtin, rehet nêz dibûn. Wan nedida aliyek û her wiha esas digirt. Eger rexne li ser wan jî hebaya wê jî dianî ziman. Xwedî ûslûbeke taybet bû. Di van mijaran de gelekî ji me re bû alîkar. Bi nirxandinên Hevrê Fûat re dihat fêmkirin ku civîn çiqasî di xetê de ye. Di warê leşkerî de perspektîfên Rêbertî dianî ziman. Li wê derê mîna nûnerê Rêbertî bû. Ne wekî çavdêrekî bû. Ji bo her tiştî wateyek tayîn hebû. Xwe dikir parçeyekî wê avahiyê. Mîna ku ji nava wir derketibe, nîşan dida, şêwazekî bi vî rengî bi kar dianî. Ji bo vê her hevalek ew cidî digirt. Wî jî fikrên her hevalî li ber çavan digirt. Hevrê Fûat aliyên kêm mayî temam dikir. Mînak, dema plansaziya HPG'ê dihat kirin wê ew jî rabûya ser piyan, destek bikira û xurt bikira. Digot, 'Divê em vê bi ser bixînin, divê em vê bikin'. Di civînan de rol lîst.
Gelekî zana bû û eger ji jor ve bi vê zanebûnê nêzîk bibûya, dibe ku bandoreke bi vî rengî nekiribûya. Hevrê Fûat ti carî ji jor ve nêz nebû. Her tim destek dida derdora xwe û heqîqetê wisa bilind dikir. Di xeta Rêbertî de, di plansazî û meşa leşkerî de di biryardayînê de rol lîst. Dibe ku qada leşkerî koordîne nedikir, lê bi vî rengî di rêveberiya leşkerî de roleke mezintir dilîst. Di vî alî de heval Fûat şervanekî serdemeke diyar bû. Bi taybetî di nîqaşên li ser erêkirin û teşwîqkirina gerîlayên demê, pêşketina şerê gerîla yê pispor, meseleya YPS'ê, di guhertin û veguhertinê de teqez serketin çawa wê were bi dest xistin û kûrbûna cewherî hewldanek mezin raber kir.
Perwerdeyên ku di nava HPGê de dayî, peywendiyên wî yên bi ciwanan re û ji bo pêşketina wan rola wî çibû?
Heval Fuat herî zêde li ser mijara ciwan, jin û hêzên taybet disekinî. Di nava HPG’ê de hîn bêhtir têkildarî van baldar e, dixwest hîn zêdetir bi vê qadê re eleqeder bibe. Li qada ku lê ye eger tabûra nemiran hebe, diçe li wir dimîne û bi rojan li wir lêhêrbûn dikir. Dema diçû cem fedayiyan yanî tabûra nemiran, li wir rehetiyê hîs dike û lewma li wir dima. Digot, hevalên ku dixwazin hîn zêdetir nêzî xeta Rêbertî bibin, li ser kêmahiyan sekinîn û ji bo hevrêtiya bi Rêbertî re divê ew bên xurtkirin. Bi heman rengî ji bo ciwan bibin milîtanekî baş û Apoyiyekî serketî, bi wan re eleqeder dibû. Lewma digot pêwîstiya wan bi perwerdeyê heye û gelek bi wan re eleqeder dibû. Eger pirsgirêk yan jî pêdiviya hevalek ciwan bi sererastbûnê hebe, dema bi heval Fuat re diaxivî wî/ê bi xwe rewş jê re radigihand. Di mijarên civakî de jî bi hevalan re eleqeder dibû. Hem bi hevalên jin ên ciwan hem jî bi hevalên mêr ên ciwan re eleqeder dibû. Eger pirsgirêkên wan ên civakî hebin û ragihandibin, pê re eleqeder dibû. Ji bo hevalên li zindanê dinivîsand. Bi taybetî ji zindanê hevalek ji Amedê name nivîsandibû. Têkildarî felsefe û dîrokê kûr bibû, ev yek bi me re parve dikir. Gelek pesnê wî dida, digot, “Hevalekî ciwan ê 30 salî, lê di vê astê de lêkolînên wî hene.” Ji bo hevalên li zindanê jî name dinivîsand. Jixwe ji hevalên ciwan rapor werdigirt û name dinivîsand. Qala romanên derbarê Rêbertî de hatine nivîsandin, dikir. Hinek ji van xwendibûn. Bi taybetî ya hevalekî xwendibû, digot hingî mirov vê bixwîne huner tê fêmkirin. Digot, mirov dizane ku ev ne Rêbertiyeke ji rêzê ye. Heval Fuat heqê her tiştê dida. Heq dida roman, ciwan û hevaleke ku li zindanê lêkolînê dike. Cîhana wî dewlemend bû. Pir alî eleqeder dibû, yek alî nebû.
Di ciwanan de serketin didît
Lê di nava vê dewlemendiyê herî zêde qada ku pê re mijûl dibû, ciwan bûn. Bi hevalên di nava PKK’ê de eleqeder dibû. Wan hembêz dikir, weke kesekî ku ji wan mezintir na, weke kesekî ji wan sohbet dikir û pê re eleqeder dibû. Diyarî ji wan re dişandin, tişt dişandin. Carekê hevalên jin rexne kirin. Hevalên ciwan bi xwe re biribûn qadekê, ji bo vê yekê rexnedayîna xwe da. Digot, raste divê min agahî daba fermandarên wan. Yanî hevalek welê bû ku pir bi ciwanan re eleqeder dibû. Ji ber ku ciwan siberoj in. Di ciwanan de siberoj û serketin didît, dixwest wan bigihîne vê. Ji şehîdan mînak dida. Digot, “Mirov çawa dikare bibe Kemal Pîr? Zîlan tê çi wateyê?”
Bi hurmet girîngî dida
Dema ku heval Zîlan çalakiya xwe lidar xist, em bi hev re li biryargeha navendê bûn. Dema di Hezîrana 1996’an de çalakiya xwe lidar xist, dema hevalan cara ewilî agahî da me bi hev redi cîhazê de guhdar kir. Destpêkê em neketin ferqa giraniya wê. Piştre gotin nameya wê heye, me xwest ku were xwendin. Hevalek jin dixwend. Piştre dijmin gotibû mîna ku heval Zîlan bi xwe xwendiye, lê heval Zîlan nebû. Hevalek jin dixwend, bi kelecan dixwend, carna hin hevok qut dibûn. Piştre em ketin ferqê. Got, “Xet aha ev e.” Jixwe piştre me name ji Rêbertî re şand û piştî vê hîn berfirehtir heval Zîlan nirxand. Di cewherê ciwanan de serketin didît. Digot, divê her yek ji van bibe Zîlan, Kemal Pîr û Egîd. Digot, çiqasê vê fêm bikin ewqasê wê bibin milîtanê serketinê. Di wan de serketin didît. Lewma bi hest û xwestekek mezin, bi eşq li ser vê xebatê disekine û dimeşîne. Ev hem ji bo hevalên ciwan hem jî ji bo hevalên jin wiha bû. Mesele eger dewreya hevalên jin ên ciwan hebûya, teqez diçû wir û ders dida. Bi taybetî dixwest di dawiya dewreyê de amade bibe. Em jî carna diçûn. Hurmeteke mezin nîşan dida. Di vir de tişta girîng ev e; dibe ku her kes perwerde û girîngiyê bide ciwanan, l


