Karayilan: Rêber Apo dixwaze Roja Reş bike roja azadiyê
Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Mûrat Karayilan sala 26an a Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, pêvajoya çareseriyê ya ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dixwaze biafirîne û...

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Mûrat Karayilan sala 26an a Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, pêvajoya çareseriyê ya ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dixwaze biafirîne û bûyerên herêmî yên li dora Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewimin ji Stêrk TV re nirxand.
Hevpeyvîna bi Mûrat Karayilan re bi vî rengî ye:
Em dikevin 26emîn a salvegra komploya navnetewî. Ji geşedanên dawî jî diyar dibe ku îsal wê cuda be. Derbarê vê yekê de hûn çi dibêjin?
Di destpêkê de komploya 15ê Sibatê ya navnetewî bi tundî şermazer dikim. Ew fedaiyên ku bi dirûşmeya, hûn nikarin roja me tarî bikin tevahî di şexsê heval Xalid Oral û Rojbîn Ereb de bibîr tînim. Li hemberî bîranîna wan bejna xwe ditewînim. Wan li hember komployê bedena xwe kirin gilokê agir û wisa li hember komployê divê mirov çawa raweste û têkoşîn bimeşîne, rê nîşanî me kirin. Ew sekna wan fedaiyan li hemberî komployê bû çarçoveya têkoşîna dijî komployê. Ev 26 sal in, li ser wî ruhî û wî rêbazî li hember komploya navnetewî têkoşînek heye. Bê guman komploya navnetewî ji aliyê hêzên hegemonîk ku ên dixwazin herêmê ji nû ve dîzayn bikin ve hate pêşxistin. Wan xeta Kurdê azad xeta pêşengtiya Rêber Apo li pêş xwe wek asteng didîtin, ji bo berjewendiyên xwe weke xeter didîtin. Wisa ew komployê meşandin. Bi şêwazê dervayî hiqûqa gerdunî, bi şêwazekî bêbext û bêexlaq Rêber Apo revandin û radestî dewleta Tirk kirin. Li gorî lêkolînên hatî kirin, ev komploya bi pêşengtiya Emerîka de bi beşdarîya 34 dewletan pêk hatiye. Hinekan destek daye, hinek hay jê hebûn, hinekan rê vekiriye û hinek jî aktîf beşdar bûne. Bê guman armanca wan tunekirina xeta Rêber Apo û tevgera azadî bû. Jixwe wan digot di demeke kurt de ev tevger wê tasfiye bibe. Lê di destpêkê de sekna Rêber Apo ya Îmraliyê 26 sal in, tenê ne berxwedanî seknekî dahiyanê û afirîner hat pêşxistin. Wek paradîgmayekî nû li wir afirandî û wisa bersiva komplo hate dayîn. Şehîdên qehreman fedakariyek pir mezin raber kirin. Gerîlayên azadiyê Kurdistan, tevahî gelê me, gelê Kurdistanê ev 26 sal in ji bo azadiya Rêber Apo li dijî komplo têkoşînê didin. Heya niha gelek fedaiyên vî welatî ji bo komplo şermazer bikin, agir berdan canê xwe. Di serî de heval Viyan Soran û tevahî wan hevalan bibîr tînim. Yanî gelê Kurd li dijî komployê têkoşînekê pir biwate biisrar meşand. Li dor Rêber Apo bû xelekek û wisa komplo vala hate derxistin. Komplo îro encam negirt. Lewre xeta Rêber Apo her demekî bêhtir xurt e. hîn zêde mezin bû, fireh bû. Ev jî raber dike ku komplo encam negirtiye. Yanî komplo berdewam e. ev erka jî hîna li pêş me ye.
13 û 15ê Sibatê di heman demê de salvegera 100emîn a rabûna tevgera Şêx Seîd e. Sedsal temam dibe. Divê mirov vê jî binirxîne. Jixwe ew jî rastî provakasyonê hat. Wek komplo lê hat, yanî hîn amade nebûn û derketin pêş. Hiştin ku zû wisa destpê bike. Ji wî çaxî heta niha sed sal derbas bû. têkoşîna azadiya gelê Kurd îro hatiye astekî ku li hemberî komployan û li hember hemû provakasyonan bi têkoşîn gihîştiye astekî. Ez bi vê wesîleyê di şexsê Şex Seîd de hemû mirovên ku di serhildanê de şehîd bûne bi rêzdarî û bi mined bibîr tînim. Li hember gelê Kurd di herêma Rojhilata Navîn de neheqiyek mezin pêk hat. Esas komploya mezin li Lozanê pêk hat. Rûxmî gelê Kurd li Rojhilata Navîn gelê herî qedîm bû, xwedî dewr û bend bû, xwedî dîrok bû, rûxmî ku soz dan ku cihê gelê Kurd jî hebe. Lê li Lozanê Kurdistan 4 parçe kirin û înkar kirin. Bi vî rengî bêbextiyek çêbû. Bi awayî komplo pêk hat. Ji wî çaxî heta niha ev têkoşîna azadiya gelê Kurd li hember komployan, li hember êrîşa neyaran li hember siyaseta înkar û tunekirinê li berxwe dide. Vê berxwedan nîşan da ku ev nêzîkatî neheq in, li hemberî gelê Kurd heqeret in. Rastiyekî vî gelî heye. Eger ku rastiyek dîrokî û çandî tunebûya heta niha ewqas siyaseta tunekirinê encam bigirta. Çima encam negirt, jiber ku bingehekê xwe heye. Ji bo vê em hêvî dikin, ev hêzên komploger, bi taybet ev hêzên li ser herêmê serwer û hegemonîk, tim hesabê xwe ser herêmê heye, li dijî siyaseta gelê Kurd dest berdin. Ango vê dest ji vê siyaseta nasnekirin, înkarkirin, tunehesibandin û rêbazê komployê berdin û efûya xwe ji gelê Kurd bixwazin. Ji bo gelê Kurd wek gelê herêmê li ser vê axê azad bijî, pêşî negirin û nebin asteng.
Îsal li Kurdistan û derveyî welat diyar e gelê Kurd wê 15ê Sibatê bi girseyî şermazer bike. Di heman demê de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwaze. Di vê derbarê de hûn dikarin çi bêjin?
Niha 26emîn salvegera komplo û roja 15ê Sibatê gelê me wekî rojekî reş pênase dike. Rêber Apo wekî roja qirkirinê şîrove kir. Lewre hem di nav dîrokê de hem dema Şex Seîd hem jî dema Rêber Apo de êrîşên qirkirinê pêş ketin. Niha ji encamê têkoşînê heta niha, Rêber Apo dixwaze îsal ev roja reş bike roja derketineke nû, bike roja pêngava azadiyê. Ango roja reş bibe rojek xweş, rojek spî, rojeke nû ku tê de azadî çêbe. Rêber Apo niha amadekariyek wisa dike. Em bawer in di roja 15ê Sibatê de di vê çarçoveyê de bi bangekî pêngava ku amade kiriye, destpê bike. Ev mijareke pir girîng e. Yanî gelê me jixwe evqas sale ji bo vê rojê bikin rojeke geş, xweş û azad têkoşînê dimeşîne. Ji bo vê divê îsal bi taybet gelê me li dervayî welat, li hundirê welat hîn zêde beşdarî protestokirina komploya navnetewî bibe. Ji bo ku komplo temamî têk biçe, tune bibe û bi riya azadiyê vebe, Rêber Apo vê rojê dixwaze bike, roja destpêka pêngava nû. Pêngava nû pêngava azadiyê ye, pêngava çareseriyê ye. Divê gelê me vê rojê bihêz beşdar bibe û destê Rêber Apo hîn xurt bike. Me ji çapameniyê bihîst ku wê li Strasbourgê mîtîngeke mezin çêbibe. Her sal gelê me li wir di bin sermayê de dicive û protesto dike. Îsal divê hîn girseyî be. Hem li hundirê welat hem jî li dervayî welat divê em vê 15ê Sibatê bikin roja lutkeya berxwedanê, bikin roja destpêka têkbirina komploya navnetewî. Bikin roja azadî, roja xwişk-biratiya gelan, azadî û demokrasiyê. Ji ber vê divê herkes 15ê Sibatê wisa ji rêzê nêz nebe, divê herkes hîn girseyî beşdar bibe û pêşwazî bike ku ji bo ew roj bi rastî bibe destpêka roja nû.
Di daxuyaniyên tevgera we de jî hate diyarkirin ku bijareyên we cuda jî hene. Hûn dikarin van bijareyên cuda vekin?
Berê min jî carek qal kir. Hinek hevalên me yên rêveberiyê qal kirin. Bijareyên me bêguman niha ji her demê zêdetir hene. Çi ne ev? Beriya her tiştî dewleta Tirk ji bo me tesfiye bike û me ji dewrê derxe ew 10 sal in li dijî me şerekî pir berfireh meşand. Di encamê de belkî gelek cih dagir kirin. Me bedel da, lê nikaribûn me tesfiye bikirina. Me sengerên xwe û hêza xwe parast. Di şerê li dijî DAÎŞê de di herêma Rojhilata Navîn de Kurd derketin pêş. Îro destên Kurdan hîn xurt e. Wek destpêk Fîlîstîn û piştre li Lûbnan û Sûriyê wisa hilweşîna BAASê çêbû, ev bi xwe serdemekî nû pêş xist. Di herêmê de tenê ne di Sûriyê de, di tevahî herêmê de serdemekî nû pêş xist. Di vê serdemê nû de diyar e ku dizaynekî nû di rojevê de ye. di vir de bijareyên me wek tevger hîn xurt bûn. Lewre cur be cur stratejî li ser herêmê hene. Alî hene. Em jî aliyekî ne. Em tenê ne rêxistinek yek beşî ne, yan yek welatî ne. Em îro di asta herêmê de rêxistinin. Em rêxistinekî herêmî ne. ji bo vê bijareyên me hîn zêde çêbûn. Yên berê ji me dûr disekînin, îro dixwazin bi me re têkilî çêkin û derfetan çêkin. Yanî wisa di aliyê siyasî, polîtîk û dîplomatîk de derfetên me niha baştir in. Em vê naxwazin wisa pir bi werimînin. Lewre em pala xwe nadin derva. Em pala xwe didin xwe. Lê ev jî derfetek e. Li ser herêmê hêzên ku stratejiyê dimeşînin û têkoşîn dikin, hene. Di vê çarçoveyê de em jî aliyek in. Derfetên polîtîk hîn zêde bûne.
Ev 3-4 salên dawî di warê taktîk de pir guhertin û nûbûn di tevgera me de çêbûn. Yanî taktîk vekirin, pêş ket. Berê şerê me tenê ser erdê bû. Çeper jî me çênedikir. Gerîlayên vê tevgerê, her roj li çiyayekî ne. Wisa şerê me ser erdê bû. Me ev şer xist bin erd, şerê binerd. Bi hewldanên ciwanên Kurd mirovên herî jîr, li Kurdistanê beşdarî tevgera me dibin. Bi hewldana wan hevalan kedeke demdirêj hate dayîn. Di warê teknolojîk de jî pêşveçûnên nû me çêkirin. Yanî dewleta Tirkiyê derfetên NATOyê ji wan re peyda kiriye, bi teknîka ev bi çek û bêçek wisa xwest hevsengiya şer biguherîne. Ev rast şer de rol jî lîst. Lê me îro li hemberî vê teknîk pêş xist. A niha belafirên keşfê ku çêkiriye, pir pesnê wan kirin, ew hemû bûn çop. Êdî nikare li dijî me bixebitînin. Yek tenê li dijî me dixebitînin, ew jî ji ber bilind difire. Ew tenê dixebite. Ên din ne di dewrê de ne. Encex dikare bifiroşe ew dewletên nizanin. Nexwe wekî çopê de ne. Em niha li hember wê jî di hewldanê de ne û em ê di demeke nêz de li hember wî jî çare pêş bixin û em ê vê çîroka belafirên keşfê yên ku xelkê îmha dike û komkujiyan dike, dawî bikin. Ev ne tiştekî wisa ji rêzê ye. ya din jî teknolojîk derfetê me çêbû ku êdî em jî dur ve li dijmin didin. Lewre dijmin bi balafiran, ji Enqere balafiran dişîne. Em jî ji erdê mesafeyekê sed metre dixwazin pê re şer bikin. Ev hevsengî xera dikir. Niha derfetê


