Karkerên Reşik

Di dema payiza derengî de em silk û kartolan ji zeviyan derdixin. Silkên ku em quçquçî dikin, bi erebeyên mezin ve dişînin cihê ku dibe şekir. Kartolan jî ji bo zivistana dereng ji xwe re dihêlin.

1 deqe xwendin
Karkerên Reşik

Di dema payiza derengî de em silk û kartolan ji zeviyan derdixin. Silkên ku em quçquçî dikin, bi erebeyên mezin ve dişînin cihê ku dibe şekir. Kartolan jî ji bo zivistana dereng ji xwe re dihêlin. Îsal bereket ketiye nava zeviyên me, em hemû der û cînar bi alîkariya hevûdu nikarin biqedînin. Ger em niha wan ji nava axê dernexin ê berf bi ser bibare û hemû jî wê bicemidin. Piştî ku ew bicemidin êdî xêra wan ji me re namîne. Ji ber wê jî me got gelo em dikarin çend mirovan wek pale bigirin da ku em zû biqedînin. Evdo got; “Pîî hûn çima ji min re nabêjin? Ez gelek kesan nas dikim, di van karan de serketî ne, ew ê di du rojan de silk û kartolan ter û temîz ji we re derxin, hûn qet destê xwe naavêjin tiştekî.” Êê me jî ji Evdo bawer kir û got: “Erê.” Sibetirê em rabûn çûn nava zeviyan. Dema ku em nêzikî zeviyan bûn me dît ku çend qeratî ji dûr ve xuya dikin. Berbanga sibehê bû, lewma çavên me ew baş nedidîtin. Em hinekî nêzikî wan bûn, me dît va ye ku Evdoyê me û çend mêrikên ku rengên wan