Komplo û ‘paktên’ nû ne pêkan in!

Piştî 27 salan û pêşketinên li Rojhilata Navîn, li Tirkiye û Suriyeyê ‘çilp tazî’ hatiye fêmkirin ku, komploya navneteweyî, di kesayeta Rêber Apo de, li dijî gelê kurd, ji aliyê Amerîka û Ewropaya modern ve hat kirin. Ji şerê 2yemîn ê cîhanê û vir ve hişmendiya Amerîka ‘’atom e’’, Ewropaya modern jî, û nikare ji vê hêza atomîk gavekê zêdetir biçe.

1 deqe xwendin
Komplo û ‘paktên’ nû ne pêkan in!

Kesên ku li dijî xwişk û biratiya gelan derdikevin ne kurdistanî ne. Ew Kurdistanê jî nasnakin. Ji mantiq û hişmendiya rasyonel dûr in. Mînîmalîst difikirin, kesên ketî ne û weke ajîtatorên dîroka fermî hereket dikin. 

Piştî 27 salan û pêşketinên li Rojhilata Navîn, li Tirkiye û Suriyeyê ‘çilp tazî’ hatiye fêmkirin ku, komploya navneteweyî, di kesayeta Rêber Apo de, li dijî gelê kurd, ji aliyê Amerîka û Ewropaya modern ve hat kirin. Ji şerê 2yemîn ê cîhanê û vir ve hişmendiya Amerîka ‘’atom e’’, Ewropaya modern jî, û nikare ji vê hêza atomîk gavekê zêdetir biçe. 

Vêca, gotina ‘’modern’’ çiqasî li bejna Ewropayê tê, ev mijarek cuda ya nîqaşê ye! Dema Rêber Abdullah Ocalan ji Suriyeyê derket û hat Erwropayê, kişûmata Ewropayê qanûnên xwe, hiqûqa gerdûnî binpê kir û tev li komployê bûn. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî bingeha hiqûqê ya Ewropayê ye û nûnertiya hiqûqa gerdûnî dike. Her cure komployan weke sûcê li dijî mirovahiyê dibîne û mehkûm dike. 

Lê Ewropayê ev sûc kir û hîn jî didomîne. Em  hinekî bi paş ve biçin; Arîstoteles ‘’hebûnê’’ ontolojîk û di mirov de dibîne. Galîleo û Kopernîk, roj, cîhan û xweza derxistin pêş û teza Arîsto pûç kir. Descartes  jî, bi hişmendiyek rasyonalîst, aqilê mirov derxist pêş û bi gotina ‘ez difikirim ji bo wê jî ez heme’ derket pêş. Cîhana îslamê jî, azadiyê di ‘’şerî’etê’’ de dibîne û hemû gelan ‘wekhev-mûsawî’ dibîne, hukumdar jî Xweda ye!

Desthilatdarên Ewropayê, şoreş tev têk birin û giyotîn esas girt. Desthilatdarên cîhana îslamê jî, xwe wek ‘’wahdet-î wicûd’’ îlan kir, cureyên qirêj ên kuştinê esas girt! 

Îro, ‘’hebûna mekanîk’’ tê nîqaşkirin. Ev hebûn, azadiyê nake malê çand û dîrokê; dijberî vê, dike malê berjewendî û erdnîgariyên parçekirî. Erdnîgariya parçekirî tê wateya koletiya gelan; demokrasî  tê parçekirin, netewparêziya ‘sabik û sapik’ jî serdest dibe.

Rêber Abdullah Ocalan, weke kurdistaniyekî, weke zarokekî ji Rihayê, weke aqilekî serdemê, ev hişê ‘sabik û sakit’’ red  kir. Vêca bi vegotinek ferhengî û ansîklopedîk û kin; li Kurdistanê gelek gel û komên xwedî baweriyên cuda hene. Tev bi zimanên cuda diaxivin û xwedî nasnameyên cuda ne. Li Rihayê jî hem gelên cuda, hem komên xwedî baweriyên cuda hene. Hemû jî bi zimanên xwe diaxivin. Aqilê serdemê; li dijî her ‘’cure emeliye’’ya tehrîbatan derketin e. Bi mînakên ji dîrokê hatine parzûnkirin,  vegotina rastiyan e. Li dijî tunekirinê, vekirina deriyekî nû yê hebûn û jiyanê ye! 

Kesên ku dibêjin ‘’em biratiya gelan naxwazin’’, ne kurdistanî ne, ji aqilê Kurdistanê dûr in û rastiya Kurdistanê nasnakin. Li çar parçeyên Kurdistanê li gel gelê kurd gelên cuda, ermen, suryan, ereb; komên xwedî baweriyên cuda; êzidî, elewî, yaresan-kakeî û hwd. hene. Tev bi nasnameya xwe tên naskirin, di baweriyên xwe de, di  zimanê xwe de, di  toreyên xwe de azad in. Hem di dewletên bajaran de, hem di hûnandina komfederasyonên eşîrên kurdan de, ev azadî pîroz dihat dîtin û dihatin qebûlkirin. 

Kesê ku vê rastiyê nebîne, aqilê wî li derve ye, mînîskul e û ketî ye! Rêber Abdullah Ocalan zarokê Rihayê ye, bi çand û toreya Rihayê mezin bûye. Di pirtûkên xwe de behsa van mijaran jî dike. Ya duyemîn; bi aqilê  Einsteîn ku dibêje ‘xewda zaran navêje’’;  bi rastî û ehlaqî ya Freud; bi  hişmendiya Descartes a ‘’difikirim û ez heme’’ hereket dike. Hem zanist, akademisyenên li Tirkiyeyê, hem yên  cîhanê dibêjin; Abdullah Ocalan  senteza fikir û hişmendiya feylesofên kevin û nû, îdeolojiya çînayetî, sîstemên ji serdema neolîtîkê û heta îro lêkolîn dike; dike kefikên mêzînê û li gorî mercên Rojhilata Navîn û cîhanê li parzûn dike  û datîne holê. Bi vî rengî hemû jeneretorên belakirina jehrê û kelihên îdealên ku hebûna gelan înkar dikin û dikin kole mehkûm dike.

Vêca aqilê mînîskul ku xwe  weke ‘’şûrê aqilmendan’’ dibîne, dixwaze ji nû ve cîhanê keşif bike, gelê kurd car din bike ‘’çemên bêbor’’ û ‘’Dadgehên Îstîklalê’ ava bike.

Ji xwe Komploya Navneteweyî  jî ‘’giyotîn’’a atomîze ye! Di pêşketinên dawî yên Suriyeyê de ev rastî hate dîtin û xwestin giyotîna atomî bikin pratîkê. Dixwestin, di navbera gelê kurd û gelê ereb de, şerekî ‘’haşr-û neşr’’ê bidin destpêkirin. Lê gelê kurd ê li welat û derveyî welat, helwesta Rêveberiya Xweser a li Rojava û wijdanê şiyar ê cîhanê, li dijî vê konsesûsa qirêj derketin. Abdullah Ocalan jî di hevdîtinên bi şandeya Komîsyona Aştî û Çarseriyê de tewreke cidî danî holê û got; ‘’Rojava xeta me ya sor e û heta ew çareser nebe, ti pirsên din nayên axaftin.’’ Encam jî li holê ye û serketina kurdan e!

Ez ê du mînakan bidim. Yek; piştî têkçûna berxwedana Şêx Seîd, kurd di gora betonî de hatin metfûnkirin... Bi têkoşîna nivsedsalê gora betonî hat parçekirin û kurd derketin ser dika dîrokê... Kesên vê rastiyê nebînin, ji çavên mêjî kor in! Du; li Suriyeyê  jî, rejîma faşîst a Baasê, bi xeta 10an, kurd weke ‘’saxên mirî’’  hiştin. Hem bê nasname hiştin, hem axa wan ji wan stand... Ev tunebûna li ser rûerda gerstêrka cîhanê ye. Bi saya têkoşîna  Rêveberiya Xweser û jinan, kurdên Rojava îro bûne hevparê dewleta Suriyeyê. 

Ev rastî ji aliyê akademisyenên zanîngehên Tirkiyeyê, hem ji aliyê generalên artêşa Tirkiyeyê ve bi dilêşî tê vegotin.

Vêca, dewleta Enqereyê weke ‘’hevpareke anonîm’’ kar dike. Bi desthilatdariyên paşverû yên herêmê re dikeve nav têkiliyan û dixwaze paktên weke Sadabad (1953), Baxdad (1955) û peymana Edeneyê (1998) ji nû ve ava bike. Bi desthilatdariyên Ewropa û Amerîkayê re jî  dikeve nav têkiliyan û dixwaze tev li van paktan bibin,  hemû destkeftiyên kurdan tune bikin.

Wezîrê karê derve yê Tirkiyeyê pençîk Hakan Fîdan got; ‘’Piştî Suriyeyê, dora Iraqê ye, bakurê Iraqê- başûrê Kurdistanê û Şingal jî wê ji terorîstan were paqijkirin.’’ Pençîk Hakan Fîdan, bi vê helwesta xwe ya ‘General Muglali’, ‘Naziyên Tirk’ û ‘McCarthyist’, dixwaze rêya serokkomariya Tirkiyeyê li pêşiya xwe vebike. Yek rê li pêşiya ‘kurdên pençîk’ heye; dijberiya hişk û dijwar li dijî kurdan e. 

Lê ew xwe dixapîne. Ew jî biqasî Erdogan û Binalî Yildirim, bûye peykerê karên ne li rê û qirêj. Rojnamevanên xwedî etîkên rojnamegeriyê, li Tirkiyeyê vîdeoyên  li ser kurê  Hakan Fîdan, ku tev li karên qirêj ên bi milyon dolaran rûşwetê bûye di medya dîjîtal de diweşînin. 

Bi saya têkoşîna nîvsedsalî û paradîgmaya Rêber Apo, hemû kurd, kurdên Îsraîlê jî di nav de, bi yekrêzî û îradeyek ruhî, destkeftiyên xwe diparêzin. Şoreşger, demokrat û kesên xwedî wijdanê şiyar jî, li gel kurdan cih digirin. Êdî kurd hene û di civata civakên cîhanê de rûniştine!