KCDK-E ji bo Rojava bang kir

KCDK-Eyê got: Em bang li gelê xwe, dost û hemû hêzên demokratîk dikin ku li Avrupa û seranserê cîhanê têkoşîna ji bo parastina Rojava bi biryareke xurt berdewam bikin.

1 deqe xwendin
KCDK-E ji bo Rojava bang kir

Kongreya Civakên Demokratîk a kurdistaniyên Li Ewropa (KCDK-E) der barê êrişên ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên daxuyanî da. 

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropa (KCDK-E) di daxuyaniya xwe de ev tişt got: “Tê xwestin ku şoreşa Rojava ya ku hêviya gelên cîhanê û Kurdistanê ye û bi pêşengiya jinan hatiye afirandin, ji çar aliyan ve were dorpêçkirin û fetisandin. Di vê şerê çend rojan de çeteyên hov ên DAIŞ, HTŞ û dewleta tirk bi israr dixwazin qirkirina kurd pêk bînin.

Gelê kurd ê bi rûmet bi sekna xwe, exlaqê xwe û biryardariya xwe berxwedanê didomîne. Li dijî hovan û qirkeran li hemû eniyan berxwedaneke mezin raber dike. Dewleta tirk a ku her cure piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ û HTŞê, bi hemû rêyên çapemenî û qirêj şer didomîne.

Li aliyekê propagandaya xwişk-biratî û aştiya bi gelê kurd re dike, li aliyê din piştgiriyê dide êrîşên bi zext, tundî û rêbazên dermirovî li dijî qadên jiyanê yên gelê kurd pêk tên.

Ev êriş binpêkirineke vekirî ya mafên mirovan û polîtîkaya qirkirinê ya li dijî hebûna gelê me ye. Tevî hemû şert û mercên zehmet, astengiyên mezin û şertên jiyana zehmet, gelê me bi berxwedana şoreşgerî radibe.

Gelê Rojava şertên ku hikûmeta Şamê û dewleta tirk a dagirker lê ferz dike, qebûl nake. Ev êriş wê nikaribin îradeya gelê me bişkîne û berxwedana bi biryar wê van êrîşan têk bibe.

Bi saya têkoşîna bi biryar a ku gelê me li Ewropa dimeşîne, serdana ji bo Almanya ya el-Colanî yê dest bi xwîn hat taloqkirin. Têkoşîna me ya bi biryar û xwedî derketina me ya ji bo Rojava wê hîn encamê bi xwe re bîne. Mîna pêvajoya Kobanê, mezinkirina berxwedan û têkoşînê wê destkeftiyan jî bi xwe re bîne.

Weke KCDK-E em bi fermî bang li raya giştî ya navneteweyî û dewletên garantor dikin ku li Rojava gelê me biparêzin, li dijî sûcdaran bisekinin û berpirsyarî bigirin. Em bang li gelê xwe, dostan û hemû hêzên demokratîk dikin ku  li Ewropa û seranserî cîhanê têkoşîna ji bo parastina Rojava bi biryar bidomînin.”