KCK: Salih Muslim dê tim bi Şoreşa Rojava re bê bibîranîn
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê, bi boneya wefata Salih Muslim peyama sersaxiyê weşand û got: “Bavê Welat ku bi Rêber Apo re têkiliyeke wî ya nêz hebû û hevrêtiyeke mînak kir, di têkoşîna xwe de xeta îdeolojîk û teorîk a Rêber Apo ji xwe re esas girt.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê ji bo siyasetmedar û têkoşerê kurd Salih Muslim peyama sersaxiyê weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê got: “Demokratê şoreşger ê hêja Salih Muslim ji ber nexweşiyê şehîd bû. Em ji malbata wî û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku hesreta wî pêk bînin."
Daxuyaniya KCKê wiha ye: “Piştî ku PKK nas kir, 40 salan di nava têkoşîna demokrasî û azadiyê de cih girt. Bi naskirina Rêber Apo re bi rengekî çalak beşdarî têkoşînê bû û di pêşvebirina vê têkoşînê de kedeke mezin da. Bêguman têkoşîna xwe bi giranî li rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê meşand. Lê belê her tim bala xwe li ser têkoşîna azadiyê ya li 4 parçeyên Kurdistanê bû; bi her awayî xizmetên girîng kir. Hevrêyê me Bavê Welat ji Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê mezûn bû. Li Erebistana Siûdî kar kir. Dema ku li Erebistana Siûdî dixebitî di heman demê de beşdarî karên Tevgera Azadiyê ya li nava kurdên li wê derê bû. Piştî ku Tevgera Azadiyê nas kir, temenê xwe hemû da têkoşîna azadiyê. Ne tenê ew, tevahiya malbata wî tevli nava têkoşîna azadiyê bû. Bi vê sekn û vî karê xwe bû mînak ji hemû welatparêzan re. Hevjîn û zarokên wî jî bûn xebatkar û milîtanên çalak ên vê têkoşînê. Kurê wî Şervan li Girê Spî di sala 2013an de şehîd bû. Li gel têkoşîna siyasî li qada çapemenî-weşanê ya Tevgera Azadiyê jî xizmet kir. Bavê Welat ku ji bilî kurdî herî kêm bi 3 zimanan zanibû, parêzname û analîzên Rêber Apo wergerand erebî û bi rol rabû ku fikrên Tevgera Azadiyê li nava gelên ereb belav bibe.
Bavê Welat bi Rêber Apo re di nava têkiliyeke nêz de hevrêtiyeke mînak kir û di têkoşîna xwe de xeta teorîk û îdeolojîk a Rêber Apo ji xwe re kir esas. Ji ber ku xeta teorîk û îdeolojîk a Rêber Apo hîn bû û di vê mijarê de timî xwe bi pêş ve dibir, di hewldanên xwe yên rêxistinî û têkoşîna siyasî de bi bandor bû. Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ji nêz ve şopand û di vê çarçoveyê de meşiya.
Salih Muslim kedeke mezin da Şoreşa Rojava. Yek ji nirxên moralê yên berxwedana Kobanê Salih Muslim bû. Dema ku qala Şoreşa Rojava bê kirin, hevrêyê me Salih Muslim wê her tim bê bîranîn. Salih Muslim ku di salên 1990î de rastî îşkenceya rejîma Baasê hat, armanceke xwe jî demokratîkbûna Sûriyeyê bû. Şoreşa Rojava û demokratîkbûna Sûriyeyê her tim bi hev re didît û dinirxand. Ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn a li ser xeta neteweya demokratîk gelekî hewl da. Di vê mijarê de ji bo pratîkkirina xeta Rêber Apo gelekî xebitî.
Bavê Welat ti carî nexweşiya xwe neda pêşiya kar. Ji bo wî ya girîng pêşveçûna têkoşînê û serketina armancan bû. Ji ber ku baweriya xwe pê hebû ku têkoşîn wê li ser xeta Rêber Apo tekez bi ser bikeve, heta nefesa xwe ya dawî li ser bingeha dilsoziya bi Rêber Apo re moralê xwe timî bilind kir. Zanîbû ku ev serketin wê di heman demê de serketina keda wî be, lewma her roja xwe bi coşa şoreşgerî derbas kir. Ev yek sekna fêhmkirina felsefeya têkoşînê û jiyana Rêber Apo ye.
Bavê Welat wê her tim weke demokratekî şoreşger ê gelparêz û dilnizm ê dilsozê Rêber Apo bê bîranîn. Hem li nava şoreşa rojavayê Kurdistanê hem jî li nava têkoşîna li 4 parçeyên Kurdistanê wê bê bîranîn û di bilindkirina pîvana welatparêziyê de rola wî, wê ji niha û pê ve jî dewam bike.
Bila rehm li Salih Muslim be û bang li gelê xwe dikin ku di asteke bilind de beşdarî merasîma cenaze bibe."


