Kedkarê çanda kurdî Evdirehman Zal koça dawî kir

Kedkar û xebatkarê saziyên çand û hunerê Evdirehman Zal jiyana xwe ji dest da.

1 deqe xwendin
Kedkarê çanda kurdî Evdirehman Zal koça dawî kir

Li Amedê Evdirehman Zal (Gecîken) ê bi salan e li saziyên çand û hunera Kurdî dixebitî, çend roj berê ji ber krîza dil rakirin nexweşxaneyeke taybet a Amedê. Ji ber vê nexweşînê li nexweşxaneyê dihat dermankirin. Zal duh bi şev li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Dê îro ji bo Evdirehman Zal saet di 09:00an de li avahiya ÇandAmedê merasîm bê lidarxistin û cenaze paşê bişînin gundê Xerabê Kurê yê navçeya Şemrexa Mêrdînê. Cenazeyê Zal dê li goristana gund bê veşartin.