Kemal Raûf: Çarenûsa kurdan yek e

Şerê DYA-Îsraîlê yê li dijî Îranê 36 roj in didome. Di rojên dawî de herî zêde başûrê Kurdistanê dibe hedefa êrişên rejîma Îranê. Rojnameger Kemal Rauf diyar kir ku çarenûsa hemû kurdan yek e û got: “Pêwîst e partiyên kurdî berjewendiya giştî û aştiya civakî li pêş berjewendiyên partiya xwe bibînin û hevrêziyê xurt bikin.”

1 deqe xwendin
Kemal Raûf: Çarenûsa kurdan yek e

Dewletên Amerîka û Îsraîlê, di 28ê sibata 2026an de, li dijî Îranê dest bi êrişa hewayî kir. Ev êriş 36 roj in berdewam in. Li gorî daneyên nefermî, ji destpêka vî şerî heta 30ê adarê, li rojhilatê Kurdistanê û Îranê hezar û 574 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest daye û 236 kes ji wan zarok in. Amerîka û Îsraîlê di êrişên hewayî de gelek rayedarên Îranê kuştin. Di vî şerî de li dijî başûrê Kurdistanê jî êriş pir zêde ne. Komên girêdayî rejîma Îranê bi dronan êrişî mala Serokê Herêma Kurdistanê yê berê Mesûd Barzanî kir. Mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rastî êrişên bi heman awayî hat. Ji destpêka şerê Îran heta 31ê adarê, 500 caran bi mûşek û dronan êrişî axa Herêma Kurdistanê hat kirin. Rojnameger Kemal Raûf pirsên me  bersivandin.

Şerê navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê 36 roj in didome. Li gorî we, DYA û Îsraîlê di vî şerî de encamên dixwestin bi dest xistin? 

Perspektîfên Îsraîl û DYAyê yên di vî șerî de ji hevdu cuda ne. Şîrovekirina wan a ji bo şer û civaka Îranê ne zelal e. Di heman demê de șașfêmkirineke mezin a herdu hêzan ji bo vî șerî çebû. Ji ber vê yekê, gelek pêşbîniyên wan rast derneketin û zelal bû ku nikarin rejîma Îranê bi êrișên hewayî têk bibin. Di vê pêvajoyê de gelek rêveber û fermandarên Îranê hatin kuștin. Lê hêj nakokiyên navxweyî di nav hikûmeta Îranê de çênebuye.

Rejîma Îranê dikare heta kengî li dijî van êrişan li ber xwe bide?

Heta ku tenê êrişên hewayî bên kirin, Îran xwedî şiyana parastinê ye. Lê dema ku şerê li ser erdê dest pê bike, wê demê dibe ku hevsengiya șer biguhere.

Ger şer berdewam bike, dê krîzên çawa di navbera dewlet û gel de derkevin?

Ger şer berdewam bike, şert û mercên jiyana gel dê dijwartir bibin. Dê di navbera gel û desthilatdaran de valahiyên mezintir çêbibin. Debara gel, ewlehî, perwerde, tenduristî û xizmetguzariyên wan dê xirabtir bibin. Li navçeyên sînorî, bi egerek mezin deshilata Îranê şiyana xwe ya rêvebirinê wenda bike û kaosek din jî çêbibe.

DYA û Îsraîl dixwazin şer dirêj bikin û gel û rejîmê bînin beramberî hev û du. Armanc ji vê çi ye?

DYA û Îsraîl naxwazin şer bi awayekî ku Îran bi ser bikeve, biterikînin. Welatên Kendavê, ku dostên Dewletên Yekbûyî û heta astekê yên Îsraîlê ne, dibe ku bixwazin Tengava Hurmuzê garantî bikin û soz ji DYAyê bigirin ku ew ê di dawiya şer de nebin qurbanê Îranê. Mîna ku Kuweyt piştî şerê heşt salan ji aliyê Iraqê ve hat dagirkirin.

Di vî şerî de bêhtir rayedar û kesên bibandor tên hedefgirtin û kuştin. Dewletên Yekbûyî û Îsraîl çi peyamê didin cîhanê? Ev rêbaza şer çi nîşanî me dide?

Şerê heyî bêhtir şerê îstixbarat û  bikaranîna çekên pêşketî ye. DYA û Îsraîl dixwazin bi van êrişan şerekî psîkolojîk bikin û hêzên parastinê yên Îranê bêmoral bihêlin.

Hûn liv û tevgera Îranê ya li dijî DYAyê çawa şîrove dikin?

Di demên borî de, Îranê çend paytextên din ên herêmê  bi rê ve dibir. Çêkirina hîlala Şîe û firotina petrola erzan ji bo Çînê, hin ji sedemên şer bûn. Bi komkirina alîgirên xwe li herêmê, Îranê dixwest cihê xwe li herêmê xurt bike û hesabê wê bê kirin û wisa destûr jê re were dayîn ku çekên atomî hilberîne. Ew polîtîka ji bo rejîma Îranê girîng bû lê ne ji bo gelê Îranê!

Girtina Tengava Hurmuzê di vê pêvajoya şer de, dê çi encaman bi xwe re bîne? Kî dê ji girtina Hurmuzê bandor bibe?

Beşek mezin ji enerjiya cîhanê di Tengava Hurmuzê re derbas dibe. Welatên Kendavê dê yekemîn windaker bin, ji ber ku tankêrên petrolê yên Çîn û Rûsyayê hîn jî di Tengava Hurmuzê re derbas dibin û ti pirsgirêka wan nîne. Lê ji aliyê bandora bazarê û bihayên bilind ên sotemeniyê ve, zextek mezin li ser Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dike da ku şer zûtir rawestîne.

Gelo di vî şerî de Îran çima bêhtir başûrê Kurdistanê û deverên kurdî dike armanc? 

Li başûrê Kurdistanê çend baregeh û navendên partiyên rojhilatê Kurdistanê hene. Di navbera Başûr û Îranê de sînorek berfireh heye ku bi qasî hezar û 600 kîlometrî ye. Ev sînor qet ji hêla Îran û Iraqê ve nehatiye kontrolkirin. Hin ji van malbatan hemwelatîbûna Îran û Iraqê hene û di navbera wan de bazirganiyê dikin. Partiyên kurdî ji vê tevgerê gelek sûd wergirtine, ji ber vê yekê hikûmeta Îranê ji kesên ku li dijî derbasbûna welatê wê ji sînor in, dilnîgeran e.

Helwesta partiyên kurdî û gelê kurd li dijî vî şerî çi ye?

Di destpêkê de, partiyên li Rojhilat dixwestin pir zû beşdarî șer bibin. Lê piştî ku hat zanîn ku hikûmeta Îranê dê bimîne û DYA ti garantî neda wan; ew di vê baweriyê de ne ku beşdarbûna di vî şerî de ji sûdê bêhtir dê zirarê bide kurdan.

Yekîtîya partiyên kurdî û gelê kurd li hemberî vî şerî li kîjan astê ye?

Mixabin, partiyên siyasî yên li Rojhilat û Başûr di demên berê de bi hev re şer kirine û hinekî jî ji hev bawer nakin. Projeyek neteweyî tune ye ku nîşan bide ku wan rewşa berê derbas kiriye. Ji ber vê yekê, peymana ku ji hêla partiyên rojhilatê Kurdistanê ve hatiye ragihandin bi qelsî tê pênasekirin. Komek rewşenbîr û mirovên dilsoz ji her çar beşên Kurdistanê, bi piştgiriya dîasporayê, li ser nexşerêyek neteweyî û yekîtîya kurdî dixebitin ku ev dikare yekîtiya kurdî li bin sîwanekê di projeyek mezin de biafirîne.

Divê helwesta kurdan û partiyên kurdî li dijî vî şerî çawa be?

Girîng e ku her kurdek vî şerî ne wekî şerekî ji bo mafên neteweyan an jî şerekî ji bo anîna modelek demokratîk ji bo gelê Îranê, lê bi taybetî divê li dijî gelê kurd bibîne. Divê Rojhilat fêm bike ku slogan û bernameyên wan ên kevin ji bo vê qonaxê ne hewce ne. Ji ber vê yekê, girîng e ku ew xwe li gorî rewşa nû biguherînin. Divê berjewendiya giştî û aştiya civakî li pêş berjewendiyên partiya xwe bibînin.

Di 18ê adarê de nêzî 200 kesayetên Başûr projeya yekîteya kurdî av kir. Ev proje çiya ew qas girîng e. Çima di vê demê de ew qas pêdivî bi yekîtiyê heye? 

Em li hemberî wê rewşa ku niha ji bo Kurdistanê û bi şêweyekî giştî ji bo herêmê derketiye pêş, di wê baweriyê de ne ku divê aliyên siyasî yên kurdî, navendên rewşenbîrî û civaka kurdî bi baldariyeke mezin tevbigerin. Divê bibin yek û hêza xwe bi rêxistin bikin. 

Ew bûyera ku li rojavayê Kurdistanê qewimî, em dizanin ku heke yekrêzî nebûya û heke ew nerazîbûnên ku li asta cîhanê û li Bakur û Başûr derketin nebûna, dibû ku me ziyaneke mezintir bidîta. Ji ber vê yekê em di wê baweriyê de ne ku niha ji her demê bêhtir pêdiviya me bi yekîtiyê heye ku kurd bibin xwedî hevpeymaneke yekrêz, xwedî rêgez û pîvanên hevpar. Pirsa kurdî di asta herêmê de yek e. Dirûşma me ev e, 'Em yek netewe ne, çarenûsa me hevbeş û yek e’. Bihevrebûn û yekîtî dikare kêşeyan kêm bike. Dikare girêkên navxweyî kêm bike. Em dikarin li beramberî neyarên xwe jî hîn mezintir û bicoştir xuya bin. 

Lê bi parçebûna me, dijmin dikeve navbera me. Me bêhtir parçe dike. Bi parçebûnê fikara şerê navxweyî zêdetir dibe. Fikara şerê navxweyî yê li her parçeyekî Kurdistanê zêdetir dibe. Îro pêdiviyeke zerûrî heye ku ev yekrêzî ava bibe. Ev projeya ku me pêşkêş kiriye, projeya komek mirovên rewşenbîr ên serbixwe ye. Projeya komek mirovên dilsozên neteweyî ye ku em bawer dikin dikare nexşerêyekê deyne da ku partiyan jî li xwe bigire.

Projeya me ne ji bo dûrxistina partiyekê ye. Ev proje ji bo kurdan e. Dikare ew partiyên ku li her çar parçeyên Kurdistanê hene, bi piştgiriya diyasporayê û navendên lêkolînê, bibin xwedî projeyeke mezin ku layiqî vê qonaxê be.

Niha li Bakur di asta cîhanî de em bi projeyeke aştiyê ve mijûl in. Li Başûr navendeke me ya herêmî heye ku dikare karên mezin bike. Li Rojava me karî bi piştgiriya herkesî kurdan ji qirkirinê biparêzin. Li Rojhilat jî em li pêşberî çendîn îhtîmalên din in. Ji ber wê em bawer dikin ku kurd bêhtir pêdiviya wan bi vê projeyê heye. Ev proje ne li dijî kesekî ye, ne ya partiyeke diyarkirî ye û ne jî tenê ya civakekê ye. Ev proje, projeya erkdarkirina civaka kurdî ye ku bixwe pirsgirêkên xwe çareser bike. Kurd yek netewe ne û çarenûsek wan a hevpar heye.