Kesên çekdar li Humsê 2 welatî kuştin
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku kesên çekdar li bajarê Humsê 2 welatî kuştin.

Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) diyar kir ku li gorî çavkaniyên herêmê li bajarê Humsê komeke çekdar li kolana Iyadatan (klînîk) a taxa Kerem El Loz gule berdan 2 kes birîndar kirin. Birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Li taxa Dehra ya Humsê jî 2 sivîl ji hêla çekdarên nenas ve hatin kuştin. Şahidan da zanîn ku çekdarek li ser motorsiklêtê bû û yê din jî siwar bû, ket dikana li ser çatrêya taxa Iyadatan a kolana Bab El Dirêb ê Humsê û 6 gule berdan her du welatiyan.


