Keştî qulibî 21 kes xeniqîn
Li Çemê Nîlê yê li bakurê Sûdanê roja 11ê sibata 2026an êvarê keştiyek noqav bû. Di bûyerê de herî kêm 21 kes di avê de xeniqîn.

Rayedarên xwecihî diyar kirin ku îro cenazeyên 21 kesî hatine dîtin. Ligel lêkolînan jî hêj sedema noqavbûna keştiyê nayê zanîn. Rayedaran ragihandin ku lêgerîna li kesên winda dewam dike. Fikar heye ku hejmara kesên xeniqîn zêdetir bibe. Li gorî daxuyaniyê, keştî li nêzî bajarê Shendi ku bi 200 kîlometreyî li bakurê paytexta Hartumê ye, sefera navbera gundên Tayba el-Hawad û Deim el-Karai dikir. Şahidên bûyerê ji çapemeniyê re ragihandin ku li ser keştiyê 30 kes hebûne. Tora Doktorên Sûdanê (SDN) jî diyar kir ku heta niha 6 kes hatin rizgarkirin.
Li Sûdanê ji ber şerê ku sê sal in dewam dike, binesazî têk çûye. Di tîrmeha 2024an de nêzî 20 kesên hewil didan ji şer birevin, li Çemê Nîlê yê li eyaleta Sennarê di qezaya keştiyê de jiyana xwe ji dest dabûn. Ji nîsana 2023an û vir ve artêşa Sûdanê û Hêza Piştevaniya Lezgîn ku hêzeke paramîlîter e, şer diqewime. Ji hingî ve rê girtî ne û xizmetên cemaweriyê asteng bûne.


