Keştiya şer di Tengava Tayvanê re derbas bû

Keştiya şer ya hêzên deryayî ya Avûstralyayê di Tengava Tayvanê re derbes bû. Çînê bi boneya qada deyayî û hewayî hatiye bênpêkirin bertek nîşan da.

1 deqe xwendin
Keştiya şer di Tengava Tayvanê re derbas bû

Çînê bi boneya keştiya şer a hêzên deryayî ya Avûstralyayê di tengava Tayvanê re derbas bû bertek nîşan da. Hikûmeta Tayvanê xwe serbixwe pênase dike. Lê Çîn, Tayvan û Tengava Tayvanê wek parçeyeke xaka Çînê dibîne. Ji ber vê jî Çîn, bêdestûr derbasbûna keştî û balafirên şer ên li vê herêmê wekî binpêkirina qada deryayî û hewayî ya Çînê qebûl dike û bertek nîşan dide. Keştiya deryayî ya hêza leşkerî ya Avustralyayê di 21ê sibata 2026an de di Tengava Tayvanê de derbas bû. Keştiyên şer yên Amerîkayê jî çend mehan carekê di Tengava Tayvanê de derbas dibin. Fransa, Avustralya, Îngilistan û Kanada wek mutefîkê Amerîkayê di Tengava Tayvanê de derbas dibin. Her ku hêzên deryayî û hewayî yên van welatan di Tengava Tayvanê de derbas dibin di navabera Çîn û van welatan de rageşî mezin dibe.

Çîn jî wek bersivdayiyênê, bi hêzen xwe yên deryayî û hewayî li nêzê peravên Tayvanê dest bi tatbîkatan dike.

Kurte çîroka dîroka Tayvanê

Di salên 1895–1945an de Tayvan, parçeyeke rêveberiya Japonyayê bûn.
Di sala 1945an de ango piştî Şerê Cîhanê yê Duemîn beşdarê Komara Çînê Bû.
Di sala 1949an de şerê navxweyî yê Çînê derket û di pêşengiya Mao Zedong de Partiya Komunîst bi ser ket. Ji ber vê serkeftinê hikûmeta neteweperest ya Komara Çînê vekişiya girava Taylandê û li vir bi navê Komara Çînê rêveberiya xwe ava kir.
Îro Tayvan bi awayeke defakto dewleteke serbixweye. Hikûmet û artêş wê heye. Li ser navê Tayvanê pereyê Tayvanê dertê. Lê Tayvan di qada navneteweyî de serbixwe nayê naskirin.