‘Kevirê bingehîn ê vê aştiyê jin in’
Aştî, ne tenê nebûna şer e, di heman demê de ew hişmendiya ku rûmetê ji kesan û hevsengiyê ji civakê re vedigerîne.

Aştî, ne tenê nebûna şer e, di heman demê de ew hişmendiya ku rûmetê ji kesan û hevsengiyê ji civakê re vedigerîne. Bi pêkanîna aştiyê di nav civakan de dadwerî geş dibe, deriyên diyalog û aramiyê vedibin. Di civakên ku her dem dengê qeyran û şeran tê de bilind bûye, aştî dibe kevirê bingehîn ê jinûveavakirinê. Ya ku kevirê bingehîn ê aştiyê di nav civakê de datîne, felsefeya wê serwer dike pêşengtî û têkoşînê jê re dike jî jin e. Jinên ku ji ber şer û qeyranan, ji ber alozî û nearambûnê berdêlên giran dane, bûne avakarên aştiyê.
Endama Însiyatîfa Azadiya Abdullah Ocalan Ayşe Efendî û Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a kantona Cizîrê Ayhan Mûrad ku du jinên têkoşer ên ji rojavayê Kurdistanê ne û her dem bûne pêşengên bidestxistina aştî, mafên jiyan û rûmeta gel, têkildarî aştî û girîngiya pêkanîna wê di nav civakê de, nêrînên xwe bi rojnameya Xwebûnê re par ve kirin.
Dayika Şehîd Şervan û Endama Însiyatîfa Azadiya Abdullah Ocalan Ayşe Efendî di destpêka axaftina xwe debal kişand ser girîngiya aştiyê û ev tişt anî ziman: “Li hember binpêkirin, dagirkirin, mêtingerî, qirkirin û kuştina civakan, aştî pêwîstiyeke bingehîn e. Hişmediya paşverû ya baviksalar hiştiye ku civak her dem di nav qeyran û şeran de derbas be. Kesên ku herî zêde ji van şeran bi bandor bûne jî jin û zarok in. Di 50 salên dawî de, her dem jin, bi taybetî jî jinên kurd, rastî tundî, zilm û zordestiyê hatine. Lê tevî wê jî ji ber ku cewhera jinê girêdayî aştiyê ye, ew bûye avakara civakê û pêşenga serwerkirina wê aştiyê. Me got li hember binpêkirin, zext, zordarî, dagirkirin, mêtingerî, înkar, qirkirin û tunekirina civakan, aştî pêwîstiyek e. Lê aştiyeke çawa? Pêwîstî bi aştiyeke demokratîk ku her kes bikaribe cihê xwe di nav vê aştiyê de bigire heye. Bi taybetî di vê serdemê de, ji bo dawî li her rêbazên tundiyê were dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ tê berzkirin. Bi serxistina felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ dikare deriyek nû li ber avakirina civakan vebike ku bi sedan sal in di nav şeran de d


