KJARê encamnameya konferansa xwe aşkera kir
KJARê encamnameya 1emîn Konferansa xwe de got ku “Konferansê, îradeya aştiyê ya rêberê azadîxwaz Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî bijarteyek herî girîng ji bo vemirandina vî agirî, wekî perspektîfek demokratîk nirxand.”

Di 31ê çileya 2026an de, Yekemîn Konferansa Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) li bajarê Koln a Almanyayê hat lidarxistin. Beşdaran, di konferansê de bal kişand ser felsefeya Jin Jiyan Azadî û biryarên girîng der barê xurtkirina tevgera jinan û avakirina civatek demokratîk û komunal de girtin. KJARê encamnameya konferansa xwe ya yekem bi daxuyaniyekê aşkere kir.
Di destpêka daxuyaniyê de hat ragihandin konfernas di demeke ku Kurdistan di şert û mercên pir dijwar de ye, hatiye lidarxistin. KJARê bi bîr xist ku li Rojhilat, bi taybetî Îlam, Kirmaşan û Malekşahê û li seranserê Îranê, rejîma serdest serî li zext û komkujiyan daye. KJARê diyar kir ku di heman demê de, hevpeymaniyên navneteweyî astengî û gefên cidî li dijî Rojava, li Kurdistanê dikin û wiha domand: “Konferans bi coş û enerjiyek mezin û beşdariya çalak a hevalan hat lidarxistin. Di konferansê de, mijarên siyasî, civakî û rêxistinî hatin nîqaşkirin, Biryarên girîng ji bo xurtkirina xebat û têkoşîna jinên li rojhilatê Kurdistanê û jinên li Ewropa û Îranê hatin girtin. Di konferansê de rola pêşeng a jinên azad û rola wan di afirandina civakek demokratîk û komunal de hat destnîşankirin. Herwiha behsa girîngiya naskirin û rûbirûbûna pergala baviksalar a ku zêdeyî 12 hezar salan e bandor li çand û jiyana mirovan kiriye, hat kirin. Serdestiya baviksalar îro bûye pirsgirêkek gerdûnî.”
KJARê da zanîn ku herwiha di konferansê de li ser Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û xetereyên wî jî rawestiyane û wiha hat domandin: “Konferansê, îradeya aştiyê ya rêberê azadîxwaz Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî bijarteyek herî girîng ji bo vemirandina vî agirî, wekî perspektîfek demokratîk nirxand. Ev keşf hem wek taktîkî, hem jî stratejîk û paradîgmatîk hat binavkirin.”
Tevgera jinan çavkaniya sereke ya guhertina herêmê ye
KJARê diyar kir ku di konferansê de rewşa giştî ya li Kurdistanê, êrişên li ser Rojava û herêma rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine nirxandin û biryarên girîng hatine girtin. Daxuyaniya KJARê wiha berdewam kir: “Piştî 7ê cotmehê, gelek hevsengî li herêma Rojava ya Kurdistanê têk çûn û hikûmeta Îranê zirarên cidî dît. Serhildanên li hundirê Îranê, bi taybetî serhildana Jin Jiyan Azadî, nîşan da ku tevgera jinan çavkaniya sereke ya guhertinê li herêmê ye.”
KJARê ragihand konferansê biryar daye ku bi jinên ji neteweyên din ên li Ewropa û Îranê re hevkarî û hevgirtineke rêxistinkirî were avakirin da ku beşdariya berfirehtir a jin û civakê gengaz bike. KJARê daxuyaniya xwe wiha bidawî kir: “Di konferansê de tekezî li ser pêwîstiya avakirina karakterek jin a azad û hevbeş di nav xwe û civakê de kir. Ji bo rûbirûbûna tundî û serdestiya baviksalar, divê em jiyanek azad, yekgirtî û hevbeş li ser bingeha çand û felsefeya xwe ya exlaqî ava bikin.”
Di vê mijarê de, em bang li hemû jinên azadîxwaz ên dinyayê dikin ku xwe birêxistin bikin, karakterek azad û komunal ava bikin, têbikoşin û yekîtiya jinan ava bikin. Konferansê tekez kir ku KJAR li Ewropayê dê rêya xwe ya têkoşîna heta azadî bi dest bikeve bidomîne.”


