KJARê ji bo Zeynep Celaliyan nameyekê ji Cansû Ozdemîr re şand

KJAR, ji bo Zeynep Celaliyan name ji Endama Meclîsa Federal a Elmanyayê Cansû Ozdemîr re şand.

1 deqe xwendin
KJARê ji bo Zeynep Celaliyan nameyekê ji Cansû Ozdemîr re şand

Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ji bo Zeynep Celaliyan name ji Endama Meclîsa Federal a Elmanyayê Cansû Ozdemîr re şand.

Name bi vî rengî ye:

“Zeyneb Celaliyan kesek wêrek e ku li hember êşkenceya zindanê jî serî natewîne.

Ew yekem girtiya jin e ku cezayê hepsa heta hetayê lê hatiye birîn ku ne tenê ji mafên mirovan ên herî bingehîn bêpar e, di heman demê de bi salan rastî êşkenceyên cûr be cûr jî hatiye. Di nameya xwe de, Zeyneb behsa van bêpariyan wiha dike: ‘Bê guman, piştî nêzîkî 20 salan jiyana li cihekî weke zindanê, ku hûn neçar in ku di komekê de bijîn, hûn ê nexweşiyên çerm, enfeksiyon û nexweşiyên derûnî û psîkolojîk re rû bi rû bimînin. Ya herî xirab, şert û mercên xwarinê yên nebaş ên di zindanê de dibin sedema gelek nexweşiyên laşî. Bi taybetî dema ku hûn girtiyek siyasî ne, ew bêtir sînordarkirinan li ser we ferz dikin; di nav de sînordarkirinên bijîşkî. Tevî teşhîsa bijîşkan a hewcedariya dermanan, dermankirin nayê’.

Lê pirs ev e, tevî van hemû zext, sansûr û êşkenceyê, çi bû sedem ku Zeyneb ji bo jinên tekoşer bibe mînakek mezin? Bê guman, têkoşîna wê ya bênavber! Zeyneb ji darvekirin û mîleyên zindanê netirsiya, berovajî ew tirs xist dilê Komara Îslamî jî. Weke ku ew bi xwe dibêje, ew di cihê rast ê dîrokê de ye.

20 salên têkoşîna berdewam a Zeynebê li cihekî ku ‘axaftina li ser xwe’ qedexe û tabû ye, li hember bêdengiya hucreyan bûye helbesteke azadiyê, ji ber vê yekê pêwîst e ku em hemû bibin dengê Zeyneb Celaliyan. Peyama we di vî warî de li ser berpirsiyariya we ya li hember hemû jinên azadîxwaz e. Weke kefîlek siyasî û piştgirek Zeyneb Celaliyan, hûn ê bikaribin doza wê li ser asta navneteweyî bixin rojevê.”