KNK, Barzanî, Talabanî û Tevgera Goran ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê dan
KNK, serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Bafil Talabanî û Tevgera Goran ji bo Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim peyamên sersaxiyê dan.

Tevgera Goran bi boneya şehîdbûna Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim peyameke sersaxiyê weşand. Tevgera Goran, têkoşer Salih Muslim bi bîr anî û wiha got: “Bi xemgîniyeke mezin me agahiya koça dawî ya serkirdeyê navdar yê rojavayê Kurdistanê û hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim bihîst. Serkirdeyê nemir kesayetiyekî welatparêz û têkoşerekê dilsoz bû ku tevahiya jiyana xwe ji bo xizmeta doza rewa ya gelê kurd terxan kir. Ew ne tenê serkirdeyekî siyasî bû. Ew sembola berxwedan û fedakariyê bû. Wekî bavê şehîdekê, wî êş û azarên gelê xwe bi kûrahî hîs kir û têkoşîna rizgariya neteweyî bi xwîna hezkiriyên xwe û hevalên xwe pîroz kir.
Koça dawî ya Salih Muslim ji bo tevgera kurd bi giştî û bi taybetî ji bo rojavayê Kurdistanê windahiyek mezin e. Di tevahiya jiyana xwe de, ew di têkoşîna azadî û serbilindiya gelê me de mînakek paqijiyê, wefadarî û sebrê bû. Rola wî di demên hesas yên rojavayê Kurdistanê de, dê her tim di dîroka gelê me de bi tîpên zêrîn bimîne. Di vê dema dijwar de, em weke Tevgera Goran sersaxiyên xwe yên kûr ji malbata wî, Tevgera Kurdistanê, gelê berxwedêr yê rojavayê Kurdistanê û hemû hevalên wî re dixwazin. Em ji Xwedê dixwazin rehma ruha wî şad bike, aştî û sebir ji bo hemûyan bibexşe.”
Nêçîrvan Barzanî: Jiyana xwe ji bo bidestxistina mafên gelê kurd da
Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya koça dawî ya hevserokê berê yê PYDê û endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Salih Muslim peyameke sersaxiyê weşand. Di peyamê de sersaxî ji malbata Salih Muslim û gelê kurd re xwest. Nêçîrvan Barzanî têkildarî rola Salih Muslim wiha got: “Xwedêjêrazî Salih Muslim jiyana xwe di xebata siyasî de ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê kurd derbas kir. Wekî pêşengekî diyar yê kurd li Sûriyeyê, di qonaxên cuda yên têkoşînê de xwedî rolek berbiçav bû. Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku canê wî bi rehm û dilovaniya xwe şa bike û aramiyê bide malbat û dostên wî.”
KNK: Salih Muslim ji bo yekrêzî û yekbûna gelê kurd têkoşiya
Konseya Rêvebir ya KNKê ji bo wefata endamê Desteya Hevserokatîya PYD û endamê KNKê Salih Muslim peyama sersaxiyê da. Peyama KNKê wiha ye: “Bi xemgîniyek dilsoj têkoşerê mezin Salih Muslim, bavê Welat koça dawî kir. Bavê Welat wekî diplomatek û siyasetmedarekî şareza û yek ji pêşengê Şoreşa Rojava bû û di heman demê de endamê KNKê bû. Bavê Welat di hemû jiyana xwe di nav têkoşîn û xebata welatparêzî- niştimanî de bi ruheki neteweyî û can fidayetî di nav xebatê de bû û demeke dirêj weke hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk bû û bavê Şehîd bû.
Em ê şopdarên xeyalên wî bin
Di demeke ku Şoreşa Rojava yê Kurdistanê û gelê kurd bi giştî di konaxeke gelek hesas de derbas dibe malavayî li jiyanê kir. Bêguman koça dawî ya Bavê Welat xesaretek gelekî mezin bo siyaseta kurdî ye û nemaze bo Şoreşa Rojava jî. Bavê Welat bi mîrasa têkoşînê ku li peyxe hiştiye dê di wijdana gelê Kurd de zindî bimîne. Em weke Kongreyî Neteweyî ya Kurdistanê di vê dema xemgîn de sersaxiyê bo gelê Kurdistan, malbatê, heval û hogirên wî dixwazin. Bêguman bi serxistina doza gelê kurd xewn û xeyalên bavê Welat bo serkeftin û azadiyê bi cîh bînin û di heman demê de em soz didin ku bi hemû hewlên xwe xewnên bavê Welat bo yekrêzî û yekbûna gelê kurd bi cîh bînin. Ruhê bavê Welat Şad be û cîhê wî bihuşt be.”
Peyama Bafil Talabanî ya ji bo Salih Muslim jî wiha ye: “Ez ji ber koça dawî ya endamê Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) birêz Salih Muslim pir xemgînim. Ez sersaxiyê ji gelê rojavayê Kurdistanê, hevalên PYDyî û xizmên serbilind yên birez Salih Muslim re dixwazim. Birêz Salih Muslim, wekî yek ji serkirdeyên navdar yên rojavayê Kurdistanê, di mijarên neteweyî de roleke girîng leyîst û têkiliya wî ya xurt bi YNKê re ji bo parastina mafên gelê me faktoreke bihêz bû di yekîtiya me de. Bila giyanê hevalê nemir Salih Muslim heta hetayê di aştiyê de bimîne. Bila Xwedê aramî û teseliyê bide her kesî.”


