KNKê 1ê Gulanê pîroz kir

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) 1ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê bi peyamekê pîroz kir.

1 deqe xwendin
KNKê 1ê Gulanê pîroz kir

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) 1ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê bi peyamekê pîroz kir. Di destpêka peyama KNKê de hate gotin, "Karker û kedkaran bi têkoşîna xwe, bi berxwedana xwe, bi xwêdana eniya xwe, bi keda xwe, 1ê Gulanê kirine cejna xwe ya 'Yêkîtî, Têkoşîn û Piştgiriyê'. Ev cejn vê gavê li seranserê cîhanê tê pîrozkirin. Bila Cejna 1ê Gulanê li karker û kedkarên Kurdistanê û hemû cîhanê pîroz be."

KNKê di peyama xwe de ev tişt anî ziman: "Cejna 1ê Gulanê ya gelê Kurd e, ya Kurdistaniyan e jî. Gelê Kurd û hemû Kurdistanî ev e serê sedan salan e, ji bo azadiyê, rizgariyê, jiyaneke dilşa û serbilind têkoşînê dikin. Ev têkoşîn bi xwe kedeke mezin û bihadar e. Lewma Kurdistanî karker û kedkarên azadiyê û rizgariyê ne. Pêkve gelên Kurdistanî jî bi vê keda mezin ya têkoşînê, cejna 1ê Gulanê heq kirine. Bila li wan jî pîroz be. Gerîla û Pêşmergeyên û doza mezin ya Kurdistanê jî bi fedakirina canê xwe, karker û kedkarên herî rêzdar yên 1ê Gulanê ne, bila li wan jî pîroz be.”

KNKê wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: “Rejîmên zalim û zordar her tim pîrozkirina vê cejnê qedexe kirine, hezaran zor û zehmetî derêxistine pêşiya karker û kedkaran û hemû gelê, da ku vê cejna kedê pîroz nekin. Lê ne karkeran, ne kedkaran, nejî gel, serê xwe li ber van zulmên serdestan şor nekirine û têkoşîn û berxwedana xwe domandine û ev cejn li ser çeperê têkoşînê bi dest ve anîne. Gelê Kurd ji kevin were, ev cejna kar û kedê wekî cejna xwe qebûl kiriye û bi dilgermî, coş û heyecaneke mezin pîroz kiriye. Em îsal cejna 1ê Gulanê, di rewşeke cuda de pêşwazî dikin. Li Bakurê Kurdistanê ev çend meh in pêvajoyek diyalogê heye. Heta niha gelek caran heyet çûne girava Îmraliyê û bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîne. Gelek bang û daxuyanî hatine dayîn, lê heta niha gavên berbiçav nehatine avêtin. Armanca aliyê Kurd ew e ku bi rêya vê diyalogê pirsgirêka Kurdî û çareser bike. Divê em hemî hewl bidin ku ev diyalog bigihê qonaxa çareseriyê.”

Di daxuyaniyaxwe de KNKê bal kişand ser yekitiyê jî û wiha got: “Li aliyê din ji bo yekîtî û yekrêzêya nav mala Kurd, ji serê salê û vir ve gavên girîng têne avêtin. Ev e demeke di nava hemî partî û rêxistinên Kurdistanî de diyalogek baş heye. Di van rojên derbasbûyî de li Rojavayê Kurdistanê bi beşdarbûna hemî aliyan konferansek giring pêk hat. Her wiha bi heman mebestê li Ewropa jî, ji bo Rojhilatê Kurdistanê konferansek pêk hat. Di herdu konferansa de ji bo yekîtiya neteweyî nîqaşên berfireh çêbûn û biryarên giring hatin standin. KNKê di herdu konferansande de cihê xwe girt û pêşkêşiya gelek karan kir. Di nava vê salê de emê hewl bidin hem li Bakur hem jî Başûr heman konferans bêne çêkirin û di encamê de emê hewl bidin gorî biryara Konferansa Lozanê, li seranserê Kurdistan konferansekê neteweyî çêbû. Li gel vê rewşê jî, li çar aliyên Kurdistanê, dek û dolap û planên dijê gelê Kurd dewam dikin. Projên dijminan mezinin û hemî deskeftên Kurdan di bin xeteriyek mezin de ne. Divê hemî partî, rêxist