Kodên destanên kurdî û pirs û pirsgirêka dîrokê

Divê ji bîr nebe ku mêjûya kurdan ji aliyê wêjeyî ve di nav gelên dinyayê de sereke ye. Gelek destanên kurdan ên bi nav û deng hene. Lê mixabin dahurandina vana ji aliyê dîrokî, civaknasî û hwd.

1 deqe xwendin

Divê ji bîr nebe ku mêjûya kurdan ji aliyê wêjeyî ve di nav gelên dinyayê de sereke ye. Gelek destanên kurdan ên bi nav û deng hene. Lê mixabin dahurandina vana ji aliyê dîrokî, civaknasî û hwd. ve têr û tije nehatiye kirin. Mem û Zîn, Siyabend û Xecê, Dewrêş û Edûlê û yên din. Di vê demê de ku kurd hewl didin rabin ser xwe, divê li ser mijarên bi vî awayî jî ji aliyê ronakbîriya kurdî ya têkildar ve xebatên pêwîst hîn zêde û kûrtir bên kirin. Her sê destanên kurdî ku li jor hatin nivîsîn, destanên herî navdar ên kurd in. Dîsa, kîjanî bandor li kîjanî kiriye nayê zanîn lê hin mînakên destanên kurdî di nav gelên cîran de jî hene. Bes ji aliyê wêjeyî ve bandorbûn û bandorkirin rewşeke asayî tê pejirandin.

Hildana dest a hemû destanan mijareke berfireh e. Li gorî çawaniya vê nivîsê dikare heta astekê li ser Destana Siyabend û Xecê were sekinîn. Wekî giraniya destanên kurdî, dîroka vê destanê jî mîna demeke dereng a Heyama Navîn tê pejirandin. Hinek şîrovekar jê re sedsalan jî diyar dikin. Destanên kurdî gelek awayên xwe hene. Hinek heta bîst-sih awayên cihê jî li nav gel û herêman tên vegotin. Siyabend û Xecê jî xwedî taybetiyeke nêz e. Lê bingeh yek e û em ê li ser vê bingehê bisekinin. Bi taybetî li ser çend awayên bingehîn ên ku bandora destanê di bîra civaka kurd de zindî ne. Wekî sêwîtî û nêçîrvaniya Siyabend, heft birayên Xecê, bedewbûna Xecê, evîndariya Siyabend, reva wan a bi hev re, derketina çiyayê Sîpanê, xewna Xecê, kuştina Siyabend ji aliyê gakovî ve, ketina bi ser dirikê de, li pey xweavêtina Xec... Serpêhatî yan jî honak gelek bi bandor e ku di bîra civaka kurd de cihê xwe çêkiriye. Em ê li se van babetan bisekinin.

Siyabend sêwî ye û gelek êş û tedayî kişandine. Ev nimûneyeke sereke ya wêjeyî ye li rexmê Rojhilata Navîn. Gilgamêş, Sargon, Mûsa, Mihemed û yên din... Hinek bi avên biro hatine, hinek ji aliyê şivanan ve hatine xwedîkirin. Çanda demê û herêmê ya sereke çi be, sêwîtî li ser wê bingehê teşe girtiye. Di Siyabend û Xecê de jî, teşeya herîli pêş, mezinbûna li ber destên ap û amojinê heye ku di hin awayan de jî xulamê dewlemendekî ye. Ev taybetiya hoz û malbatî ya civaka kurd a Heyama Navîn e jî. Lewma sêwîtiya Siyabend bi vî awayî ye. Çima egîdên van çeşnên wêjeyî bi vî awayî tên honandin? Gelek şîrove dikarin bên kirin, lê dibe ku bersiv, bi kevneşopên giyaneweran ve girêdayî be. Di giyaneweran de hin xort ji hatina dinyayê ve wekî qurban tên hilbijartin û ew êdî girêdayî hemû gel, hoz an jî çanda mijara gotinê tên pejirandin. Malbateke wan nîn e. Ji ber ku roja wan hat dê werin qurbankirin, lewma civak di asta pîrozbûnê de hêja dibîne. Ew berdêla hemû guneh an jî neyîniyên civakê ne. Lewma sêwî jî tên pejirandin. Ji ber ku sêwî tên pejirandin, bi awayekî xwezayî di honandinên piştî wan de wekî ku gelek hejarî û tedayî dîtine tê honandin. Ev destan di Heyama Navîn de hatiye jiyîn an na em nizanin. Lê serpêhatî (şibandin û honak) diçe kevneşopên giyaneweran ên bi hezaran heta ku bi dehan hezar sal berê. Navê ‘Xecê’ jî