KOMAVê şehîdên Gulanê di şexsê Qasim Engîn de bi bîr anîn
KOMAVê li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê di şexsê Endamê Konseya Rêveber a PKKê Qasim Engîn de, şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn.

KOMAVê li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê di şexsê Endamê Konseya Rêveber a PKKê Qasim Engîn de ku di 27ê Gulana 2020î de li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da, çalakiya bîranîna şehîdên meha Gulanê li dar xistin.
Hunermend Kara Ûrmiye axaftina vekirinê kir. Piştre li ser navê Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Cahîde Goyî axivî û anî ziman ku meha Gulanê di dîroka Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de rastiya têkoşînê radixe pêş çavan û got: “Kevneşopiya têkoşînê ya bi Hakî Karer destpê kir di şexsê Qasim Engîn de gihîşt asta herî bilind. Gelê Kurd li pêşberî van şehadetan ti carî paşve gav neavêt û biryardariya xwe ya têkoşînê dewam kir.”
Li ser navê mabatê jî Battal Mereş axivî û diyar kir ku têkoşîna azadiyê bi saya nirxên ku dide şehîdan mezin bû. Battal Mereş anî ziman ku weke malbat wê xeta têkoşînê ya Qasim Engîn dewam bikin.
Ji Tevgera Jinên Kurdê ya li Ewropayê Zîlan Serhed jî diyar kir ku Qasim Engîn bi kesayetiya xwe ya zane yek ji rewşenbîrên girîng ên têkoşîna azadiyê bû. Zîlan Serhed anî ziman ku dîroka Kurd û Kurdistanê bi saya vê zanebûan kûr hate dîtin.
Di bîranînê de sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Qasim Engîn hate nîşandan. Piştre jî Bermal Çem berhemên ku Qasim Engîn jê hez dikir got.
Bîranîn bi dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.


