Komeke çekdar li Nîjeryayê 162 kes kuştin

Komeke çekdar li gundê Woro yê parêzgeha Kwara ya navendî-rojavayê Nîjeryayê îrîşî gundiyan kirin û 162 kes kuştin.

1 deqe xwendin
Komeke çekdar li Nîjeryayê 162 kes kuştin

Komên çekdar êrişî gundê Woro yê girêdayî parêzgeha Kwara ya Nîjeryayê kirin û 162 kes kuştin. Têkildarî mijarê Xaça Sor a Nîjeryayê, daxuyanî da. Li gorî nûçeya AFPê 67 kes hatibûn kuştin. Sekreterê şaxa Kwara ya Xaça Sor a Nîjeryayê Babaomo Ayodeji got: "Li gorî raporên dawî, hejmara miriyan niha gihîştiye 162 kesan û lêgerîn ji bo dîtina cenazeyên din berdewam dike." Ev êriş yek ji komkujiyên herî giran ên li welêt di çend mehên dawî de pêk hatine.

 Waliyê parêzgehê AbdulRahman AbdulRazaq êrişê wekî "bersiveke bêhêvî ya şaneyên terorîst" li hember operasyonên dijî terorê yên berdewam bi nav kir. 

Artêşa Nîjeryayê vê dawiyê ragihand ku wê nêzîkî 150 endamên çekdar li daristanên Kwara "bêbandor" kiriye.