Komên Hikûmeta Demkî gundên Elewiyan topbaran kir

Di encama topbarana komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hejmarek welatiyên Elewî jiyana xwe ji dest da.

1 deqe xwendin
Komên Hikûmeta Demkî gundên Elewiyan topbaran kir

Li gorî çavkaniyên herêmî komên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê gundên welatiyên Elewî yên Mazraat el-Şazrîka, Tal Huwayrî û Kankarû ku dikevin herêma Jablehê topbaran kir. Hate ragihandin di encama topbaranê de hejmarek welatiyên Elewî jiyana jiyana xwe ji dest dan. Li gorî çavkaniyan jin û zarok jî di nav kesên jiyana xwe ji dest dayîn ku hêj hejmara wan nehatiye zelalkirin.