Komîna Jinan a Zînê standa agahdarkirinê vekir
Komîna Jinan a Zînê, li qada Place Kléber a ku navenda Strasbourgê ye standa agahdariyê vekir û bal kişand ser rewşa dawî ya li Rojava.

Li bajarê Strasbourg ê Fransayê, çalakiyên piştevanî û agahdarkirinê yên ji bo Rojava didomin. Komîna Jinan a Zînê, nava rojê de li Place Kléberê ku yek ji xalên herî navendî yên bajêr e, standeke agahdarkirinê vekir.
Komîna Jinan di standa li qadê de alên YPJ û YPGê vekirin. Wêneyên ku êrîş û sûcên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ên li dijî gelê Kurd li Rojava belge dikin; wêranî û binpêkirinên mafan ên li ser sivîlan nîşan didin, dan pêşandan.
Xebata girseyî tevahiya rojê berdewam kir. Aktîvîstan; modela jiyana azadîxwaziya jinê, ekolojîk û azadiya baweriyan a ku li Rojava hatî avakirin, ji gelê Strasbourgê û kesên ji qadê derbas dibûn re vegotin. Jinan broşur belavkirin û bi hevdîtinên rûbirû rewşa dawî ya herêmê hate ragihandin.
Endamên Komîna Jinan a Zînê anîn ziman ku modela civakî ya li Rojava li ser esasê azadiya jinê, wekheviya gelan û lihevkirina bi xwezayê re hatî avakirin, lê belê ev model bi piştgiriya hêzên herêmî û navneteweyî tê hedefgirtin.
Aktîvîstan bang li gelên Ewropayê û hemû kesên alîgirê jiyaneke wekhev, azad û ekolojîk in kir ku bi awayekî çalak piştgiriyê bidin çalakiyên piştevaniya Rojava.
Dê bi meşan xebatên xwe bidomînin.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Strasbourgê ragihand ku xebatên piştevaniyê wê di rojên pêş de bi meş û daxuyaniyên çapemeniyê berdewam bikin. NCDK-Strasbourg, di çarçoveya salvegera 27an a Komploya Navneteweyî de, bang li hemû gelê Kurd û dostên wan ên li Ewropayê dijîn kir ku bi beşdariyeke xurt tevlî meşa girseyî ya 14ê Sibatê bibin ku bi şîara "Ji Rêber Apo re Azadî, ji Rojava re statû" li bajêr bê li dar xistin.
NCDKê destnîşan kir ku ev meş hem ji bo mezinkirina piştevaniya bi Rojava re û hem jî ji bo nîşandana helwesteke hevpar a li dijî polîtîkayên zextê yên li ser gelê Kurd, xwedî girîngiyeke krîtîk e.


