Komkujiyên li dijî jinan şermezar kirin

Tevgera Jinên Azad (TJA), li navçeya Wêranşarê ya Rihayê bi meşekê komujiyên li dijî jinan protesto kir. Meş û daxuyanî li Parka Şaredariyê hat lidarxistin.

1 deqe xwendin
Komkujiyên li dijî jinan şermezar kirin

Tevgera Jinên Azad (TJA), li navçeya Wêranşarê ya Rihayê bi meşekê komujiyên li dijî jinan protesto kir. Meş û daxuyanî li Parka Şaredariyê hat lidarxistin. Hevşaredara Wêranşarê Bedriye Yorgun û gelek jin tev li bûn. Di heman demê de jinên li parkê hatin agahdakririn û piştre li ser navê jinan Gulsum Ocalan axivî.

Gulsum Ocalan, komkujiyên li dijî jinan ên di demên dawî de zêde bûne bi bîr xist û got: “Em dizanin, ya ku jinan qetil dike zîhniyeta mêr-dewletê û polîtîkaya necezakirinê ye. Lewma em her tim dibêjin ‘Kuştinên jinan polîtîk in’. Banga me ji bo hemû rêxistinên girseyî yên demokratîk e; em bi hev re ji komujî, tacîz û tecawiza li dijî jin û zarokan re bibêjin bes e. Em ê li dijî komkujiyan bêdeng nemînin.”

Piştî axaftinan, çalakî bi berzkirina dirûşma "Jin, jiyan, azadî" û bi lêxistina çepikan bi dawî bû.