Konferansa ‘Kurd yekîtiyê niqaş dikin’ dest pê kir
Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk ku bi dirûşma “Kurdên Bakûr yekîtiya xwe ya neteweyî nîqaş dikin” dest pê kir. Li salonê pankarta "Yekîtî serkeftin e" vekirin.
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi dirûşma “Kurdên Bakûr yekîtiya xwe ya neteweyî nîqaş dikin” li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê konferans pêk anî. Hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevberdevkên Înîsiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç, parlamenter, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û partiyên Kurdistanî û delegeyên înîsiyatîfê beşdarî konferansê bûn. Li salonê pankarta "Yekîtî Serkeftin e" vekirin. Konferansa bi rêzgirtina ji bo têkoşerê azadiyê dest pê kir. Konfrenas bi axaftinan didome.


