Kongreya Amerîkayê ji bo mafê parastina kurdan dê dicive

Senato ango Kongreya Amerîkayê bi rojeva parastina mafên kurdan dicive. Foza Yûsif têkildarî mijarê daxuyaniyek da û bi bîr xist ku senato dê yasayek ji bo parastina kurdan biaxive û divê hemû kurd piştgirî bidin vê daxwazê.

1 deqe xwendin
Kongreya Amerîkayê ji bo mafê parastina kurdan dê dicive

Kongreya Amerîkayê îro 10ê sibatê bi rojeva yasayek parastina mafên kurdên Rojavayê Kurdistanê îro dicive. Çav li rê ye di Kongreyê de yasaya parastina mafên kurdan bê nîqaşkirin û ka Kongre dê çi biryarê bide.

Endama Konseya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif têkildarî civîna Kongreyê ku dê parastina mafên kurdan jî bê nîqaşkirin li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da.

‘Divê hemû Kurd piştgirî bidin’ 

Foza Yûsif di daxuyaniya xwe de wiha got: “Ji bo parastinê vê sibê di senetoya Amerîkayê de yasayek ji bo parastina kurdan dê bê axaftin. Divê hemû kurd piştgirî bidin vê daxwazê. Divê êdî komkujiyên li ser kurdan li vê cografyayê bi dawî bibin.”

Dema êrişên qirkirinê li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam dikirin senatorê Amerîkî Lindsey Graham jî nerazîbûn nîşanî êrişan dabû û pêşnûmeyek pêşkêşî Kongreyê kiribû da ku mafên Kurdên Rojava bê parastin.