Konvoya gel a diçû Bendava Tişrînê hat bombekirin

Gelên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê îro ji bo parastina Bendava Tişrînê û dijberiya şer, di saetên serê sibehê de ji gelek bajaran ber bi herêmê ve derketibûn rê.

1 deqe xwendin

Lê Dewleta Tirk û çeteyên wê ku ji hewayî û bejahî êrîşî herêmê dikin, karwanê wesayîtên gel jî kirin hedef.

Li gorî agahiyan, Dewleta Tirk êrîş biriye ser konvoya gel a ji herêmên cuda diçû ber bi bendava Tişrînê de. Li gorî agahiyên saziya Mafê Mirovan a Sûriyeyê SOHR di êrîşa dewleta tirk de 6 welatî şehîd bûne û gelek kesên din jî birîndar bûne.